IraqNûçeRojhilatanavin

Gorran daxwaz dike partiya ku piştevaniya terorê bike bê ceza kirin

Endameke Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran ragehand, pêwîste li Kurdistanê her partiyek piştevaniya terorîstan bike ji aliyê hikûmetê ve bê ceza kirin.

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran Nesredîn Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel hemû kêmasiyên desthilatdarên Kurdistanê jî, terorîst û nehezên welat dixwazin binpê kirin û pirsgirêkên ewlehiyê bo me ava bikin. Naha terorîstên DAIŞê kar bo wê dikin ku aramiya welat têk bidin. Bê guman terorîstên DAIŞê armanca wan ew e, rewşa herêma Kurdistanê têkbidin.’’

Herwaha diyar kir ew çend kesên ku destpêka vê heftiyê de ketin avahiya parêzgeriya Hewlêrê armanca wan binpê kirin bûn û got: ‘’Ya baş pêwîste em ji aliyên ewlehiyê ve deriyên xwe kontrol bikin. Herwaha em hemû hewl bidin asayiş û aramiya welat biparêzin. Em rê nedin terorîst ziyanê bigehînin hemwelatiyên Kurdistanê. Ji bo wê jî pêwîste saziyên ewlehiyê çav vekirîtir bin, ku careke din bûyereke waha dubare nebe.’’

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran got: ‘’Her partiyek yan her grub û rêxistinek hewla têkdanê bide yan piştevaniyê li terorîstan bike, hikûmeta herêma Kurdistanê dikare cezayê wê grub û rêxistin û kesane bide, ku piştgirî li karê terorîst û têkdaran kirine.’’ Û got: ‘’Ên ku keyfxweşin li Hewlêr û Silêmanî karê têkdanê bên kirin, ti tiştekê ji mirovahiyê nizanin. Ji ber em hemû kurd in û divê em li gel yekrêzî û parastina rewşa ewlehiya welatê xwe bin.’’

Başa dön tuşu