AborîAsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran ji berfirehkirina hevkariya digel Hindê pêşwaziyê dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê ji berfirehkirin û xurtkirina pêwendiyên giştalî digel Hindê pêşwaziyê dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Yekşemiyê li hevdîtina bi serokwezîrê Hindê, narêndira Modî, li kêleka civîna serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Şanghayê li Çîngdaoya Çînê, ji pêvajiya ber bi geşatiyê ya pêwendiyên Têhran û Dêhliya Nû û beşdariya çalak a Hindê li plana bajarê perravî yê Çabiharê li başûrê rojhilata Îranê kêfxweşiya xwe diyar kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Bajarê perravî yê Çabiharê wek pireya navbera Hind û Efxanistanê û Asyaya Navîn heta Ewropaya Rojhilat dikare pêwendiyên dîrokî û bazirganiyê navbera du welatan û navçeyê zêdetir ji berê xurttir bike.

Rûhanî her wiha bal kişande ser girîngiya rola hevkariyên bankî li berfirehkirina pêwendiyên aborî yên dualî li ser lezandina cihanîn alihevkirinên vê dawiyê navbera serokên du welatan li Dêhliya Nû pêgirî kir û cihanîna van planan pêngavek di riya berfirhekirina zêdetir jin berê ya pêwendiyên du welatan da zanîn.

Serokwezîrê Hindê, Narêndra Modî jî bal kişande ser leza li warê pêvajoya berfirehkirina pêwendiyên navbera Têhran û Dêhliya Nû, got: Hindistan bibiryar e ku pêwendiyên giştalî digel Îranê berfireh bike.

Serokwezîrê Hindê her wiha girîngî û cîgeha taybet a bajarê perravî yê Çabiharê ji bo berfirehkirina hevkariyên navçeyî destnîşan kirin./

Civîna serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Şanghayê rojên 9 û 10ê Hezîranê li bajarê perravî yê Çîngdaoya Çînê hat lidarxistin. Ev sazî sala 2001an hat damezirandin. Rûsiye, Çîn, Qazaqistan,, Qirqîzistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Pakistan û Hindê endamên wê yên hertimî ne. Efxanistan, Îran, Blaros û Moxolistan jî endamên çavdêr in.

Başa dön tuşu