IraqNûçeRojhilatanavin

Gorran hişyariyek tund da Komela Îslamî

Berpirsekî Gorranê hişyariyek tund dide Komela Îslamî ya Kurdistanê û dibêje, bila Komel bo dijîtiya Gorranê neçe kêleka partiya Şasiwar Ebdulwahîd.

Piştî ku Gorran û PDKê li ser pêkanîna hikûmetê rêkeftin îmze kirin, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Newey Nwê bi rêka medyayê êrişî Gorranê kirin.

Li ser vê mijarê, endamê civata niştimanî ya Gorranê Hêmin Şêxanî ji BasNewsê re got, Newey Nwê û Komela Îslamî li dijî Gorranê dest bi kempênê kirine û navê Gorranê xira dikin.

Hêmin Şêxanî her wiha got, ew karê ku Newey Nwê û Şasiwar Ebdulwahîd dikin, tenê şagirdatiya YNKê ye. Lê em hêvîdar in Komela Îslamî nekeve xeletiya wan.

Wî berpirsê Gorranê anî ziman ku heyamekê Gorran û Komel hevpeyman bûn û got, ji ber wê jî em naxwazin tiştekî bêjin wan ji ber ku wan jî têra xwe xizmet kirine.

Wî endamê civata niştimanî ya Gorranê bang li emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr kir wê êrişa medyayî li ser Gorranê bide sekinandin û got, eger ew êrişa xwe nedin sekinandin emê jî bersiv bidin.

Başa dön tuşu