NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Amerîka bi dû guhertina pergala Sûrîyê ye feqet ez heta 2021 ê lı ser iqtidarım

Serokomarê Sûrîyê dibêje, Amerîka hela jî bi dû guhertina pergala Sûrîyê ye.

Li gorî rapora rojnama New York Times`ê, Bişar Esed serokomarê Sûrîyê duh êvarê li koma nûçegihanên rojavayî û amerîkî got, mêdyayên rojavayî û amerîkî hewl didin ku qeyrana Sûrîyê bavêjin ustîyê dewleta vî welatî, ji ber ku helwestên dewleta Sûrîyê bi pîvanên Amerîkayê ra lihev nayên û armanca sereke ya wan sernixûnkirina dewleta Sûrîyê ye.

Bişar Esed pêkutî kir, herçend têrorîstan bi hezaran kes ji gelê Sûrîyê kuştine lê, Amerîka û welatên rojavayî qet behsa cinayetên cengê yên van koman nakin, ji ber ku ew welatana xwe pişta van koman digirin.

Serokomarê Sûrîyê bibîr xist ku heta sala 2021`ê ango dawîya dewra heftsalî ya serokomarîya xwe yê ser desthilatê bimîne û artêşa vî welatî yê li dawîyê vî welatî ji têrorîstan paqij bike.

Bişar Esed herwiha got: Yekem guhertina ku divê li Sûrîyê û deverê pêk bê eva ye ku divê zêhnîyet bên guhertin û dever ji fanatîsmê dûr bikeve.

Serokomarê Sûrîyê bal kişand ser teslîmbûna hin têrorîstan û kesên çekdar li deverên curbicur ên vî welatî û got: Ev kesana li nirxên dewleta Sûrîyê hesîyane û eva meseleyek e ku bera van kesana daye dewletê, nêrînên wan ên sîyasî neguherîye.

Di çend rojên buhurî da zêde ji 600 têrorîst û kesên çekdar ji deverên bin kontrola têrorîstan li bakûra Sûrîyê û rojavaya Şamê derketin û sîlehên xwe radestî hêzên dewleta vî welatî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu