IraqNûçeRojhilatanavin

Gotara Bexdadî ya xatirxwestinê bo milîtanan: Xwe veşêrin û ji bajaran birevin

Berpirsê rêxistina terorîst DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî di gotareke xwe de, li ser têkçûnên dawî yên rêxistinê daxwaz ji milîtanên xwe kir, xwe veşêrin û ji bajaran birevin.

 

Li gor malpera “El- Sumaria News” dispêre jêderekî ji bajarê Mûsilê, Serokê DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî gotarek pêşkeşî milîtanên xwe yên navçeyên kontrol dikin kir ku tê de xwest, xwe veşêrin û ji navçeyan birevin.

Di nûçeyê de hat gotin, Bexdadî ew gotar wek gotara xatirxwestinê binav kiriye û tê de behsa têkçûnên xwe yên li bajarê Mûsilê û navçeyên derdorê kiriye.

Artêşa Iraqê jî li 19ê Sibatê ragihandibû ku rojavayê Mûsilê hatiye kontrolkirin.

Başa dön tuşu