Gotin û hellahellayên derew ên Bin Selman
Muhemed bin Selman, welîehdê siûdî ku ji heftiya buhurî ve di Emerîkayê de ye, bi derfeta çêbûyî hewl daye bi gotinên derew û pûç, Îranê berpirsê bêewlehî û gefên navçê nîşan bide.
Wî di dewama vê pêvajoyê li hevpeyvîna xwe ya vê dawiyê li gotûbêja bi rojnama Wall Street Journalê re ji welatên rojavayê xwestiye ku bi girankirina boykotan zêdetir zext û zorê bînin ser Îranê.
Bin Selman got: Em divê bikaribin ku pêşiya pevçûna eskerî bigrin. Ger em li vî warî bi ser nekevin, muhtemel e di 10 heya 15 aslên din de, em rastî şerê bi Îranê re werin.
Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî vê hellahela welîehdê siûdî got:Ew kesê bêtecrube û tezekar ku ba ketiye bêvilê û xwe qudde dike an nizane şêr çî ye, an ku dîrok nexwendiye û mixabin mezin diaxive. Ya beraqil eva ye ku baqil û ramanwerên siûdî hînî vî welîehdê bêtecrube bikin ku çawa Sedam mezintir jî wî ku îdiaya serweriya cîhana Ereban dikir û xwe serdarê Qadisiyê dizanî û rojhilat û rojava û hemî şêxnişînên ereb piştgiriya wî dikirin li hember viyana xelkê mêrxas û mezin ê Îranê zelûl bû.
Erebistanê van rojana ji bo ku işkesta xwe li Yemenê binuxumîne, li halê derewkirina û muadxilên nû li navçeyê ye ji bo veşatina işkestên xwe, lê derbeyên mûşekî yên serketî û pêşdeçûna hêzên yemenî li nav û kontrola hemî sînoran ji her çavdêr û lêkolekî eskerî û stratejîk re eşkere ye. Ev serketinên yemeniyan niha jibo rayedarên Riyazê bes in ku li bara işkesta xwe li hemberî Yemenê li xwe mukir werin. Ev işkest her wiha ji bo hevalebendiyê, hişyariyek e ku bo hemî gavan dev ji dewama şerê li dijî Yemenê berdin.
Ebdulbarî Etwan nivîskarê bi nav û deng û analîzorê naskirî yê ereb dibêje: “ Navçe li ber mudaxilên eskerî an lîstika bi talûke ya nû ya Erebistanê ye ku bingeha wê eva bûye ku wan nekarîn dawiyê bidine şerê li dijî Yemenê,şerê ku bû şerekî demdirêj û bi zirarên aborî û însanî û stratejîk.
Di eynî demê de bingeha wê lawaziya li pêkanîna hevalbendiyekê bû bikarbe bi qaweta Îranê re rûbirû bibe. Gelo em li hemberî pilingek birîndar de ne, ku hema wisa çavgirtî virde wêde dest davêje her karekî?
Rasitî eva ye ku Erebistan bi xewn û xeyala berfirehxwaziya eskerî ket nava lîstika mudaxila eskerî li dervey sînoran û şerên bi wekaletê û yên rasterast dan destpêkirin lê serketina di van şerana hema xewn û xeyalek e.
Muhemed Farsi Ceradat, nivîskar û lêkolê filistînî ser vê bawerê ye ku: Xeter û gefên ku nizama Erebistanê bona meşandina siyaseta nakokiya Emerîkayê li Rojhilata Navîn , pê re rûbrû bûye, dê zû an dereng vê rejîmê bifetisîne.