ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Gotin û hellahellayên derew ên Bin Selman

Muhemed bin Selman, welîehdê siûdî ku ji heftiya buhurî ve di Emerîkayê de ye, bi derfeta çêbûyî hewl daye bi gotinên derew û pûç, Îranê berpirsê bêewlehî û gefên navçê nîşan bide.

 Wî di dewama vê pêvajoyê li hevpeyvîna xwe ya vê dawiyê li gotûbêja bi rojnama Wall Street Journalê re ji welatên rojavayê xwestiye ku bi girankirina boykotan  zêdetir zext û zorê bînin ser Îranê.

Bin Selman got: Em divê bikaribin ku pêşiya pevçûna eskerî bigrin. Ger em  li vî warî bi ser nekevin, muhtemel e di 10 heya 15 aslên din de,  em rastî şerê bi Îranê re werin.

Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî vê hellahela welîehdê siûdî got:Ew kesê bêtecrube û tezekar ku ba ketiye bêvilê û xwe qudde dike an nizane  şêr çî ye, an  ku dîrok nexwendiye û mixabin mezin diaxive. Ya beraqil eva ye ku baqil û ramanwerên siûdî hînî vî welîehdê bêtecrube bikin ku  çawa Sedam mezintir jî wî ku îdiaya serweriya cîhana Ereban dikir û xwe serdarê Qadisiyê dizanî û rojhilat û rojava û hemî şêxnişînên ereb piştgiriya wî dikirin li hember viyana  xelkê mêrxas û mezin  ê Îranê zelûl bû.

Erebistanê van rojana ji bo  ku işkesta xwe li Yemenê binuxumîne,  li halê derewkirina  û muadxilên  nû li navçeyê ye ji bo veşatina işkestên xwe,  lê derbeyên  mûşekî yên  serketî û pêşdeçûna  hêzên yemenî li nav û kontrola hemî sînoran ji her çavdêr û  lêkolekî eskerî û stratejîk re  eşkere ye.  Ev serketinên yemeniyan niha jibo rayedarên  Riyazê bes in ku li bara işkesta xwe li hemberî Yemenê li xwe mukir werin. Ev işkest her wiha  ji bo hevalebendiyê, hişyariyek e ku  bo hemî gavan dev ji dewama şerê li dijî Yemenê berdin.

Ebdulbarî Etwan nivîskarê bi nav û deng û analîzorê naskirî yê ereb  dibêje: “ Navçe li ber mudaxilên eskerî an  lîstika bi talûke ya nû ya Erebistanê ye ku bingeha  wê eva bûye ku wan nekarîn  dawiyê bidine şerê li dijî Yemenê,şerê ku  bû şerekî demdirêj û bi zirarên aborî û însanî û stratejîk.

Di eynî demê de bingeha wê  lawaziya li pêkanîna  hevalbendiyekê bû bikarbe bi qaweta  Îranê re rûbirû bibe. Gelo em li hemberî pilingek birîndar de ne, ku  hema wisa çavgirtî virde wêde dest davêje her karekî?

Rasitî eva ye ku  Erebistan bi xewn û xeyala  berfirehxwaziya eskerî ket nava lîstika mudaxila eskerî li dervey sînoran û şerên bi wekaletê û yên rasterast dan destpêkirin lê serketina  di van şerana  hema xewn û xeyalek e.

Muhemed Farsi Ceradat, nivîskar û lêkolê filistînî ser vê bawerê ye ku: Xeter û gefên ku nizama Erebistanê bona meşandina  siyaseta  nakokiya  Emerîkayê li Rojhilata Navîn , pê re rûbrû bûye, dê zû an dereng vê rejîmê bifetisîne.

Başa dön tuşu