EwropaNûçe

Gotinên berovajî hev ên Wezîrê Derve yê Brîtanyayê derketin holê

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson roja yekşemê beşdarî bernameya Andrew Marr bû û bi erênî behsa têkiliyên Erebistana Siûdî û Brîtanyayê kir. Lê derket holê ku Johnson 1ê Berfanberê beşdarî konferansekê bûye û Îran û Erebistana Siûdî tawanbar kirin ku “cîranên xwe kontrol dikin û bi wan dilîzin”.

Hinek dîmenên wezîrê brîtanî derketin ku di wan de Erebistana Siûdî bi istismarkirina olê û “şerê bi wekaletê” tawanbar dike. The Guardianê di malpera xwe de vîdeoyeke weşand ku Johnson hefteya borî di Foruma Diyalogên Deryaya Spî ya li paytexta Îtalyayê Romayê hatibû lidarxistin diaxive. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebû Xeyt jî beşdarî platforma navborî bûbû.

Johnson di wê konferansê de gazind dike ku “kêmasiya serokan” li Rojhilata Navîn heye û wiha got: “Hinek siyasetmedar hene ku ji bo pêkanîna armancên xwe, yan olê yan jî beşên cuda yên olê bi kar tînin. Yek ji mezintirîn kêşeya herêmê jî jixwe ev e. Di nerîna min de ew trajediya ku rê li ber şerên bi wekaletê jî vedike, ew e ku ew welat di nava xwe de, têra xwe serokatiyên xurt peyda nake. Li herêmê, îranî, siûdî û her kes têkil dibe.

Herwiha Johnson diyar kir ku pêdivî bi serokên vîzyoner li herêmê heye û divê ev kesên ji ol û mezhebên cuda bike yek netewe. Helwesta wezîrê brîtanî di dîmenan de ji ya fermî ya welatî wî cuda ye ku ev tişt jî bû sedema nîqaşan. Wezareta Derve diyar kir ku gotinên Johnson fikirên fermî yê Brîtanyayê destnîşan nakin. Serokwezîritiyê jî derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de hat diyarkirin ku meseleya şerê wekaletê nerînên hikûmetê destnîşan nakin û serokwezîra Brîtanyayê Theresa May dixwaze têkiliyên xwe bi Erebistana Siûdî re xweş bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu