CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Îmam Elî Xameneyî ya li rêrûisma salvegera koça dawî ya Îmam Xumêynî (RE) tûşî dengvedaneka berfireh li mêdyayên cîhanê bû

Gotinên Îmam Elî Xameneyî li rêrûisma bîst û nehemîn salvegera koça dawî ya hezretê Îmam Xumêynî (RE) tûşî dengvedaneka berfireh li mêdyayên cîhanê bû.

Malpera Dawn News’ê û Kanala têlêvîziyoniya GEO TV’yê ya Pakistanê ragihandin: Hezretê Îmam Elî Xameneyî, Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî duh li rêûrisma bibîranîna Koça Dawî ya hezretê Îmam Xumêynî (RE), xîmdarêî Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Heke dijmin biwêrin mûşekekê kewkî ser Îranê bikin, emê bi deh mûşekan bersiva wan bidin.

Malpera ajansa nûçeyan a Trendê ya Komara Azerbaycanê nivîsî: Hezretê Îmam Elî Xameneyî rêberên ewropî li bara xewn û xeyalên wan derbarê dewama kontrolkirina bernameya atomî ya Îranê di rewşa ku Têhran ketiye ber boykotên nû yên aborî, hişyar kirin.

Mêdyayên Tirkiyê ji wan ajansa nûçeyan a Anatoliyê, rojnameyên Haberturk û Straê jî fermana Hezretê Îmam Elî Xameneyî bo Saziya Enêrjiya Atomê ya Îranê derbarê dabînkirina rewşê bona vegeriyana bo zengînkirina navokî, wek peyameka behicîner û bi şoke bo welatên rojavayî dan zanîn û ji billî wê gotinên hezretê Ayetulla Xamineyî derbarê jinavbirina Rêjîma Siyonîst ji ser erdê kirin serenavê rojnameyên xwe.

Ajansên din ên nûçeyan ên cîhanê ji wan Kanala têlêvîziyoniya El Meyadînê, Sky News, El Erebiya Siûdî, Kanala têlêvîziyoniya Al Alamê, Kanala têlêvîziyoniya El Cezîrê, Kanala têlêvîziyoniya BBC’ya Erebî, Russia Today ya Erebî, Russia Today, Ajansa nûçeyan a Reutersê û ajansa nûçeyan a Fransayê jî ragihandin ku Hezretê Îmam Elî Xameneyî roja Duşemiyê hişyarî da ewropiyan ku fikirîna li vê yekê ku Îranê renge sînordariyên bernameya navokî qebûl bike û hevdem boykotên navokî jî tamil bike, tenê xewn û xeyalek e.

Reutersê li nûçeyekê amaje bi vê gotina Hezretê Îmam Elî Xameneyî kir ku sînordarkirina bernameya mûşekî ya Îranê “Xewnek e ku dê nebe rastî”.

Washington Post û Associated Pressê jî li raporên xwe gotina “Soza rêberê Îranê bona bersivdana her cûre êrîşekê” bi kar anîne.

Ajansa nûçeyan a Sputnikê jî li serenavê nûçeyan xwe gotina Hezretê Îmam Elî Xameneyî ya “Pêbawerî bi dijminan nayê, Têhran dê bejna xwe li hemberî zextên biyaniyan netewîne” bi kar anî.

Rojnameya Independentê jî li rapora xwe serenavê “Heke Îran ji aliyê dijminan va bikeve ber êrîşê, dê êrîşin bi tundiya 10 qatî pêk bîne” bi kar aniye.

Fox Newsê jî li raporekê ku weşandiye bala xwe daye ser vê pişka gotinên Hezretê Îmam Elî Xameneyî ku “Tirsa ji şêrr propagandaya Welatêîn Rojavayî ye”.

Yols Newsê jî li rapora xwe bala xwe daye ser gotina “Xewna sînordarkirina bernameya navokî ya Îranê ku nayê sînordarkirin” ku ji aliyê Hezretê Îmam Elî Xameneyî va hatiye hilêxistin.

Ere Erebiyê jî li rapora xwe mijara “Dewama piştgiriya Îranê ji hêzên Berxwedanê li navçeyê” daye ber amajeyê.

Rojnameya siyonîstî ya Cirûzalim Postê (The Jerusalem Post) bala daye ser bersivdana 10 beranberî ya Îranê li hemberî her cûre êrîşa hitmalî ji aliyê dijminan ku Hezretê Îmam Elî Xameneyî aniye zimên.

Kanala nûçeyan a El Meyadînê jî li rapora xwe ya ser gotinên Hezretê Îmam Elî Xameneyî serenavê “Em bersiva her mûşeka dijmin bi 10 mûşekan didin” bi kar aniye.

Ajansa nûçeyan a Kuwêytê jî amaje bi fermana Hezretê Îmam Elî Xameneyî ji bo amadetiya bona zêdekirina derfeta zengînkirina Ûranyomê ya welêt heta 190 hezar SWU’ê kiriye (SWU (Separative Work Unit), “Nirxa Cudakirinê” an bi gotineka din qasa lez û şiyana cudakirina Ûranyoma 235 ji Ûraniyoma 238ê ye ku şiyan û hêza santrîfiyojekê li warê cudakirinê nîşan dide.)

Euro Newsa Erebî jî li rapora xwe amaje bi vê hevoka gotinên Hezretê Îmam Elî Xameneyî  kiriye ku “Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya xwe ji hêêzn Berxwedanê li navçeyê didomîne”.

Malpera nûçeyan a El Neşreya Libnanê li rapora xwe amaje bi mijara bersiva 10 qatî ya Îranê li hemberî her cûre êrîşa ji aliyê dijmin va kiriye ku Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî  anî zimên.

Hezretê Îmam Elî Xameneyî berêvara Duşemiyê li Rêûrisma bîst û nehemîn salvegera Koça Dawî ya hezretê Îmam Xumêynî (RE), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, ji aziya Enêrjiya Atomî ya Îranê xwest ku “Bilez pêdiwî û amadetiyên pêwsîst ji bo bidestxistina 190 hezar SWU’yan li çarçova Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1’ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” dabîn bike”.

Başa dön tuşu