Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî li gotinn xwe yên mudaxilekirane hêzên Heşdê Şebî bi firqexwaziyê tawanbar kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Adil El-Cubeyr, wezîrê karên derve yê Erebistanê, li dewama mudaxilên vî welatî li karûbarên navxweyî yên Iraqê roja duşemiyê îdia kir jibo kutabûna qeyrana firqeyî li Iraqê divê Heşdê şebî were wêdebirin.
Wezîrê karên derve yê Erebistanê ku welatê wî ji piştgirên sereke yên terorîzmê li Iraq û Sûriyê ye îdia kir hêzên Heşdê Şebî gefê li Yekitî û ewlehiya Iraqê dixwen.
Gotinên wezîrê karên derve yê Erebistanê li bara teşkîlata Heşdê şebî li Iraqê li halekê ye ku zêde ji 20 hezar rezmende endamên vê teşkîlata gelanî ne û piraniya nunerên sune û kurd ên parlemana Iraqê ser dewama xebata wan tekez dikin.
Hêzên Heşdê şebî mîna saziyên din ên eskerî û ewlehiyê yên serbixwe yên Iraqê ji wan Rêxistina Rawestana Li ber Terorîzmê wek yekîneyeke eskerî ya qanûnmend di bin fermana Heyder Ebadî fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)