ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Gotinên qumandê hêza sînorvaniya Iraqê li bara peywendiyên baş tev Îranê

Hamêd El-Husêyînî qumandê hêza sînorvaniya Iraqê got: 1400 kîlomitr sînorên hevpar di navbera Îran û Iraqê da heye lê tu pirsgirêkeke sînorî di navbera du welatan da tune, belkî peywendiyeke bêmînak di navbera du welatan da heye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hamêd El-Husêyînî qumandê hêza sînorvaniya Iraqê bal kişande ser viya ku peywendiya navbera qumandên hêzên sînorî yên du welatên Îran û Iraqê peywendiyeke bi dostane ye, destnîşan kir; li sînorên du welatan qet pirsgirêkeke biçûk jî nayê dîtin.

Hamêd El-Husêyînî meşqa hevpar a di navbera hêzên sînorvaniya Iraq û Îranê ku mudehek berî niha birê ket serketineke mezin li babeta qahîmbûna peywendiyên navbera du welatan da zanîn.

Hamêd El-Husêyînî qumandê hêza sînorvaniya Iraqê destnîşan kir; hatinûçûna neqanûnî ji sînorên Îranê û Iraqê bi curekê kêm heye ku ev kirîza jî li halê çareserbûnê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu