ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Rêberê Cihana Îslamî li bara canfîdayiyên şehîdan

Rêberê mezin ê Cihana Îslamî da zanîn ku hedefa îstikbara cîhanî ji pîlan û êrişên wê li bûyer û meselên cîhanî `Îrana Îslamî` ye û got: Deshilata olî û Quranî ser Îranê û belavbûna wê li dever û navçên din ên cîhanê bûye sedem ku dijmin xwe li ber taluke û meterisiyê bibîne, lewma komplo û hewldanên li dij Nizama Îslamî ya Îranê bikar tîne.

Rêberê mezin ê Cihana Îslamî, Hz. ayetullah uzma Xamineyî li hevdîtina endamên `Erkantiya Bîranîna Çar Hezar Şehîdên Parêzgeha Gulistanê` ku 5 Kanûna 2016 bi rê ketibû, axivtibû ku naveroka vê axivtina Rêberê mezin ê Cihana Îslamî vê sibehê li cihê birêketina merasima bîranîna şehîdên hanê li Gurganê hate weşandin. Rêberê mezin  li vê axivtina xwe de fidakariya şehîdan ji bo parastina Înqilaba Îslamî , şerefa neteweyî û pêşeroj û dîroka Îranê, pir hêja û mezin da zanîn.

Rêberê Cihana Îslamî got: Heke ev canfîdayî û şehadetxwaziya şehîdan nebûya, şitila teze hêşinbûyî ya Nizama Îslamî li ber tûfan û bagerên guj û tund nedikarî li ber xwe bide û bimîne, vêca divê morala fîdakarî û canfîdayiyê were parastin û xurtkirin.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî bal kişand ser pîlan û xercên giran ên dijminan ji bo çêkirina dijminatî û neyariyê û got:Li Îrana Îslamî û li deverên curbicur ên parêzgeha Gulistanê, rast li nuqteya hemberî komplo û xwestekên tevgerên tekfîrî û servîsên sîxoriyê yên dijmin, qewm û etnîkên curbicur, bi mezhebên xwe yên curbicur bi hev re ji bo parastina hevjîniya bi aştî û hevduhezî û hevkariyê dixebitin.

Rêberê Cihana Îslamî, evhevkarî û dilovaniya ji bo hevdu, karê siyasî yê hedefdar, bi armanc û vebir li hemberî kiryarên dijminan yên ji bo çêkirina neyariyê da zanîn ku ji Îranê re wek xala bi hêz û qawet tê hesabê û li dewamê de got:Ev hevahengî û têkiliyên dualî ji îmkan û amûrên taybet ên Komara Îslamî ya Îranê li şerê neberanber li hemberî îstikbara cîhanî û Amerîka û Rejîma Siyonîstî ye ku ew nikarin vê yekê fem û analîz bikin.

Merasima bîranîna çar hezar şehîdên parêzgeha Gulistanê vê sibehê (pêncşemê)  bi axivtina Elî Larîcanî serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranêli bajarê Gurganê despê kir.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu