Rêberê mezin ê Cihana Îslamî da zanîn ku hedefa îstikbara cîhanî ji pîlan û êrişên wê li bûyer û meselên cîhanî `Îrana Îslamî` ye û got: Deshilata olî û Quranî ser Îranê û belavbûna wê li dever û navçên din ên cîhanê bûye sedem ku dijmin xwe li ber taluke û meterisiyê bibîne, lewma komplo û hewldanên li dij Nizama Îslamî ya Îranê bikar tîne.
Rêberê mezin ê Cihana Îslamî, Hz. ayetullah uzma Xamineyî li hevdîtina endamên `Erkantiya Bîranîna Çar Hezar Şehîdên Parêzgeha Gulistanê` ku 5 Kanûna 2016 bi rê ketibû, axivtibû ku naveroka vê axivtina Rêberê mezin ê Cihana Îslamî vê sibehê li cihê birêketina merasima bîranîna şehîdên hanê li Gurganê hate weşandin. Rêberê mezin li vê axivtina xwe de fidakariya şehîdan ji bo parastina Înqilaba Îslamî , şerefa neteweyî û pêşeroj û dîroka Îranê, pir hêja û mezin da zanîn.
Rêberê Cihana Îslamî got: Heke ev canfîdayî û şehadetxwaziya şehîdan nebûya, şitila teze hêşinbûyî ya Nizama Îslamî li ber tûfan û bagerên guj û tund nedikarî li ber xwe bide û bimîne, vêca divê morala fîdakarî û canfîdayiyê were parastin û xurtkirin.
Hz. ayetullah uzma Xamineyî bal kişand ser pîlan û xercên giran ên dijminan ji bo çêkirina dijminatî û neyariyê û got:Li Îrana Îslamî û li deverên curbicur ên parêzgeha Gulistanê, rast li nuqteya hemberî komplo û xwestekên tevgerên tekfîrî û servîsên sîxoriyê yên dijmin, qewm û etnîkên curbicur, bi mezhebên xwe yên curbicur bi hev re ji bo parastina hevjîniya bi aştî û hevduhezî û hevkariyê dixebitin.
Rêberê Cihana Îslamî, evhevkarî û dilovaniya ji bo hevdu, karê siyasî yê hedefdar, bi armanc û vebir li hemberî kiryarên dijminan yên ji bo çêkirina neyariyê da zanîn ku ji Îranê re wek xala bi hêz û qawet tê hesabê û li dewamê de got:Ev hevahengî û têkiliyên dualî ji îmkan û amûrên taybet ên Komara Îslamî ya Îranê li şerê neberanber li hemberî îstikbara cîhanî û Amerîka û Rejîma Siyonîstî ye ku ew nikarin vê yekê fem û analîz bikin.
Merasima bîranîna çar hezar şehîdên parêzgeha Gulistanê vê sibehê (pêncşemê) bi axivtina Elî Larîcanî serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranêli bajarê Gurganê despê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)