ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê Cihana Îslamî li merasima cejina Teklîfê ya xwendevanan

Rêberê mezin ê Cihana Îslamî hewldana dijminan ji bo deshilat û bandora aborî, siyasî û çandî li Îranê, hedefeke wan ji bo bandordanîna ser ciwanên nûgihan û ciwanên Îranê da zanîn.

Malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê cihana Îslamî, Hz. ayetullah uzma Xamineyî Rêberê mezin ê cihana Îslamî duh li merasima cejina Teklîfê (wezîfedariya olî) ya du hezar xwendevanan li Huseyniyeye Îmam Xumeynî (RE) got: Ciwanên nûgihêştî ku ewlad û zarokên îroyîn ên netewê Îranê û zilam û birêveberên sibeyê (pêşerojê) yên vî welatî ne, divê bi beşdariya xwe ya aktîv û geş û bi coş li civînan û karûbarên welêt li parstina welêt li hemberî vê pîlan û komploya dijminan roleke kêrhatî bilîzin.

Rêberê mezin ê cihana Îslamî bal kişand ser girîngiya “Dema Teklîfê“ û bi qedir zanîna ketina nev dewrana gihêştîbûna menewî bi bîr xist û got: Sebeba pêşketina menewî û civakî parastina pêwendiya bi Xwedê teala re ye û roja îro kêmasiya mezin a şaristaniyeta ber bi têkçûnê ya welatên rojavayê birîna pêwendiya bi Xwedê teala ye.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî ji ciwanên nûgihêştî xwest ku şehîdan ji xwe re bikin mînak û ji wan re got: Şehêdên hêja û azîz li dewrana ciwanî û nûgiştîbûna xwe bona parastina serxwebûna neteweyî û xêr û kara welêt û ji bo dûrkirina şerr û xirabiya dijminan ji welêt, daratiya xwe ya herî hêja yanî canî xwe li riya Xwedê kirin fida.

Rêberê mezin ê cihana Îslamî, riya herî baş ya pêwendiya bi Xwedê teala “Nimêj û Xwendina Quranê“ da zanîn û got: Berçavgirtina vê rastiyê ku li nimêjê de muxatibê însan Xwedê teala ye dibe sedema Tewekel, mêrxasî û baweriya li xwe. vêca bixebitin ku nimêja xwe li ser wextê û bi baldariyeke zav bikin û pêwendiyeke dostane bi Quranê re pêk bînin û li ser mefhûm û manayên nûranî û rênimanîkir ên Qurana pîroz hertim bisekinin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu