ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedir ê cihana Islamî li hevdîtina tev malbatên şehîdên karesta Minayê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê got: Heke hikmdarên siûdî li karesta Minayê teqsîrkar û sebebkar nînin, bila bihêlin desteyeke pêderxistina rastîyan a îslamî-navnetewî, rastîyên meselê ji nêzîk va hilkolîne û zelal bike.

Hezretê ayetulah uzma Xaminîyê rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî îro li hevdîtina tev malbatên şehîdên Mina û Mescid ul Heramê, qusûrî û nehêjabûna binemala siûdî li vê bûyerê, belgeya isbatkirina dubare ya nehêjabûna vê şecereya rezîl û lenetî li sergêrî û birêvabirina her du warên pîroz zda anîn.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî bal kişand ser şehîdbûna 7 hezar kes ji zîyaretkirên mala Xwedê di encama bûyera Mênayê da û ev rexneya cidî hilêxist ku çima welat û dewletan li hemberî vê bûyera giran û xembar, bertek nîşan nedan? Wî bêdengîya dewletan û heta alimên dînî, çalakên sîyasî, rewşenbîr û bijareyên cehana islamê li hemberî şehîdbûna 7 hezar zîyaretkirên bêguneh, “ belaya mezin nav ometa islamî“ bi nav kir û got: Hestyarnebûna li hemberî meseleyên wek bûyera giran û diltezîn a Mênayê, belaya rastî li cehana islamê ye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, xwedûrgirtina hikimdarên siûdî heta ji lêborînxwestineke devkî asta herîjorîn a rezîlî û bêşermîya wan zanî û pêkutî kir: Heke enqesdîyek jî li vê bûyerê nebe, evqas bêtivdîrî û nehêjabûn jibo pergaleke hikimdar û sîyasî, sûc tê hesêb. Wî bêdengîya mirinbar a idiakirên mafên mirovsn hêla din a bûtera Minayê zanî û bal kişand ser haykûf û propaganda sazîyên idiakirê berevanîya ji mafên mirovan têkildarê cihanîna hikmên dadwerîyê li hin welatan û got: Bêdengîya tam  li hemberî qusûrîya hikûmetekê li warê cihanîna erkên xwe û candayîna 7 hezar mirovên bêguneh û mezlûm, nasnama derew a idiakirên cehanî yên mafên mirovan aşkira kir û kesên ku hêvîya xwe bi civat û sazîyên navnetewî va girêdane, divê ji vê rastîya tehl dersê wergirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, pêkanîna desteyeke pêderxistina rastîyan ji wan karên pêwîst ên welatên islamî û idiakirên mafên mirovan zanî û got: Tevî derbasbûna salekê ji vê bûyera xembar, hilkolandina belgeyên dîtin û bihîstinê û yên nivîsikî, yê rastîyên vê bûyerê heta asteke zêde zelal bike.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herviha piştgirên rêjma siûdî şirîkên cinayetên vê rêjîmê li bûyera Minayê zanîn û got: Rêjîma bêşerm û rezîl a siûdî bi palpiştîya hevrêtîya Amerîkayê, bi awayekî rezîlane li hemberî misilmanan sekinîye û li Yemen, Iraq, Sûrîye û Behrêynê xelkê dikuje, loma Amerîka û piştgirên din ên Rîyazê şirîkê sûc û cinayetên siûdîyan in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu