ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedir ê cihana Islamî li merasima kutabûna dewra xwendekarîya zanîngehên efserî yên artêşê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê hezretê ayetulah ozma Xaminêyî ku di eynî halî da fermandarê gişt hêzên çekdar ên welêt e, li ser pêwîstîya amadebûna zêdetir a hêzên çekdar di warên bawerî, zanistî, pergalbûnê da û veguhestina tecrubeyên serdema Berevanîya Pîroz (8 salên êrişa rêjîma Beis a Iraqê ser Îranê) bo hêzên ciwan sekinî.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, fermandarê gişt hêzên çekdar ên welêt îro li merasima kutabûna dewra fêrbûn, sondxwarin û dayîna pileyê bo xwendekarên zanîngehên efserî yên artêşa Îranê li zanîngeha zanistên hewayî ya Şehîd Setarî got: Hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê divê hertim amade bin ta ku di dema pêwîst da bikaribin rola xwe baş bilîzin.

Wî bi gotina vîya ku roja îro gelê Îranê bi hegera pêkutîya ser dînê islamê, serxwebûn û nirxên bilind ên xwe, bi bereye berfire ya dijminan ra rûbirû ye, got: Dewrana Berevanîya Pîroz ceribandineke dijwar bû ku têda, cewhereya artêşa Komara Islamî ya Îranê xûya bû û karên berbiçav û geş bi destê hêzên vê teşkîlatê hatin kirin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê herviha got: Şerê sepandî yê heştsalî di rastîyê da şerekî navnetewî û êrişa giştalî ya zilhêzan û dûvikên cehanî û navçeyî yên hêzên hanê ser sînor, pênase, nirx û pergala islamî û inqilaba gelê Îranê bû.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî nasîyarîya ligel dewrana berevanîya pîroz û ravekirina rewşa wê serdemê jibo hêzên ciwan yek ji pêngavên pêwîst zanî û pêkutî kir ku roja îro hemî dinya çi dost û çi dijmin, li bara mezinatî, hişmendî, wêrekî û iqtidara gelê Îranê û Nizama Islamî li xwe mukur tên.

Fermandarê gişt hêzên çekdar ên welêt herviha qedrê mêrxwasî, cesaret, fidakarî û têkoşînên serdar û emîrên artêşa Komara Islamî ya Îranê girt.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herviha bi awayê rêzgirtina serbazî li ber yekîneyên pişkdarê vê merasimê ra derbas bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu