ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedir ê cihana Islamî ya Îranê li nimêja cejna pîroz a Fitrê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba islamî rojîgirtina gel nemaze ya ciwan û tezelawan di rojn herî germ û dirêj ên salê da, ji dîmen û nîşaneyên bedew ên meha bimbarek a Remezana îsal zanî.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî li xutbeya nimêja ceja pîroz a Remezanê ev roja li gelê Îranê û ometa mezin a islamê pîroz kir û meha Remezana îsal li Îranê tijî meinewîyet, baldarî, xeşîmbûn û dilnazikîyê zanî.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî her wiha got: Helbet hin destên qirêj hewl dan ku tezelaw rojîyê negirin ku bi kerema ilahî nekarîn û yê di pêşerojê da jî nekaribin.

Wî her wiha birêxistina meşa berfire ya roja cehanî ya Qudsê di vê germahîyê da dîmenek din a bedew û yek ji karên mezin û têkoşîna gel di meha bimbarek a Remezanê da zanî got: Gel bi vê pişkdarîya xwe ragihand ku heke hin dewletên islamî xîyanetê li armanca Filistînê dikin, gelê Îranê hazir e li hemberî hemî dijminan bisekine û meseleya Filistînê zindî bike.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, li xutbeya duyem a nivêjê, bal kişande ser teqînên van rojên dawîyê li Iraq, Tirkîye, Bengiladêş û hin welatên din jî û got: Mixabin eyda îsal a Fitrê ya misilmanan li hin welatan bi destê têrorîstên ku dixwazin islama sexte û qelp li gorî fermana erbabên xwe daynin dewsa islama rastî û resen, veguherî şîn û tazîyê û ev cinayet, hasila perwerdekirina têrorîstan bi destê dezgehên ewlehîyê yên Amerîka, Ingilîs û Rêjîma Sîyonîst in.

Wî tekez kir ku sûc û cirma kuştina insanên bêguneh li deverê li ustîyê piştgirên têrorîstên kafir e ku helbet ew bixwe jî berebere dikevin ber derbeyên têrorsmê lê, ev sûc û cirma wan jibîr nabe.

Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî, dewama şer û bêewlehîtîya li welatên navçê ji wan li Sûrîye, Lîbî û Yemenê sedema heyf û mixabinîyê zanî û got: Gelê Yemenê eva 15 meh in di bin bombebaranan da ne lê divê mirov ji gel û rêvebirîya hekîmane ya wan ra bêje dest xweş û eferim, ku di rewşeke wiha û di vê hewaya germ da merasima roja cehanî ya Qudsê bi awayekî bicoş li dar xistin.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî tekez kir ku armanca sereke ya zilhêzên zorbêj li babeta birêxistina şer û bêewlehîtî û têrorîsmê li navçê, jibîrbirina meseleya Filistînê ye û got: Têkoşîna jibo azadkirina Filistînê têkoîneke islamî û giştî ye ku domandina vê hereketê erka her misilmanekî ye û xistina mijara Filistînê nav çarçêveke navxweyî û erebî da, karekî çewt e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu