NûçeRojhilatanavinYemen

Derewzanîna lihevkriina desteya netewî ya Yemenê û desteya Riyazê

Li gorî rapora kanala nûçan a Mesîrê, Mihemed Evdilselam serokê desteya Tevgera Gelanî ya Ensarulaha Yemenê li muzakirên aştiya vî welatî li Kuweytê, îro idiayên hin medyayan li bara pêşketina lihevkirinên desteya netewî ya Yemenê û desteya Riyazê derew zanîn û got: Zemîneyeke hevpar jibo amadekirina planên çareserkirina qeyranê di rojên pêş da pêk tê.

Ismayîl Weled Şêx Ehmed şandiyê NY bo Yemenê jî got: Zemîneyeke hevpar a berfire jibo lihevkirina aliyên yemenî li gotûbêjên Kuweytê hehe ku yê li gorî wê pêngavan rakin.

Erebistanê bi hevkariya hin welatên ereb yên navçê û hevrêtiya Amerîkayê ji 26`ê Adara sala 2015`an va êrişên berfire ser Yemenê destpê kirine ta ku Ebde Rebe Mensûr Hadî serokomarê istêfakirî û reviyayî yê vî welatî bizvirîne ser desthilatê.

Di encama van êrişana da heta niha bi hezaran yemenî ji wan bi sedan jin û zarok hatine kuştinê û bi dehan hezar kes jî aware bûne û ziyaneke berfire li nijayarên vî welatî ji wan sîstemên ceryan, tenduristî, av û dermankirinê ketine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu