ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê Cihana islami derbarê hilêxistina bûyera Xedîrê

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî roja sêşemiyê li hevdîtina bi hezaran kes ji çîn û qatên xelkê re bi munasibeta Cejna Pîroz a Xedîra Xomê ev eyda mezin li misilmanan pîroz kir û giringiya buyera dîrokî ya Xedîrê ji berûbalên curbicur xist rojevê.

Wî bal kişand ser hin tebîrên  ku li bara eyda Xedîrê wek eyda mezin a Xwedê dane zanîn û got: Hegera van tebîr û şiroveyan bûyereke pir giring e ku li Xedîrê cih hat û ew kivşkirina  qanûn û pîvana hikûmetê li Îslamê ye. Ev pîvan û qanûna  hemen îmamet û wilayet li civaka Îslamî ye ku ser fermana Xwedê û ji aliyê pêxemberê Îslamê (S) va hat ragihandin. Wî parastina yekitiyê li cîhana  Îslamê jî pîvaneke giring jibo geşatiya cîhana Îslamê da zanîn û tekez kir ku handana hestên firqeyên din ên Îslamî ser navê şîetiyê jixwe şîeya inglîzî bûye û encama wê derketina  komên rezîl û kirêgirtî yên ser bi Emerîka û navenda sîxoriya Inglîzê mîna DAIŞ û El-Nusrê ye ku gelek cinayet û xopan li navçê bi rê xistine.

Nihêrînek li rabuhuriyê nîşan dide ku qawetên mêtinker li dirêjahiya dîrokê derbeyên giran li Îslamê xistine. Li vê barê dîrok belgeyeke  baş û zelal e. Dijberiya li hember Îslamê bi şêwaziyên curbicur hatiye şopandin û yek ji wan şêwazana mudaxila li hizr û ramanên  mezhebî yên misilmanan û pêkanîna  bêtifaqiyê navbera  wan e. Ev pirsgirêk ji berê va rê jibo mudaxial biyaniyan xweş kiriye û bûye sedem ku hewdengiya welatên Îslamî ji nav here. Îro jî dîrok li halê dubarebûnê ye. Qawetên serdestîxwaz û di serî de Emerîka bi hemen hizrên kolonyalîstî li dû lawazkirina  welatên Îslamî ne û  terorîzm û fanatîzma DAIŞ`ê weke amêrekê jibo çêkirina bêtifaqiyê û jinavbirina  misilmanan dixebitînin.

Îrana Îslamî îro li hemî waran ji şerê nerim  girtî heya zexta aborî û boykot û gefên eskerî ketiye ber  pelamar û êrişa dijminan. Armanca van dijminatiyan eva ye ku nizama Komara Îslamî ji mêhwera rawestana  li hember nizama serdest û hereketa  li riya  hakimiyeta Xwedê derxîne û wê bixalifîne.

Armanca ku dijminên Îranê û dijminên Îslamê dişopînin derbeya li bingehên  pergala  li gor dadmendî û wilayetê ye. Ev komploya ji ber ku Îrana Îslamî li gorî nirxên Îslamî, viyana  bihêz û ciwanan wek sermaya sereke  ya nizama Komara Îslamî ye, negihêştiye tu encamê.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha da zanînê ku yek ji armancên dijmin di rewşa niha  ku pir giring e pêkanîna nakokiyê li aboriya Îranê jibo nerazîkirina xelkê ji nizama Îslamî ye.

Berçavgirtina van xalên giring li kêleka zirûfên  mezin û berfireh ên ola Îslamê nîşan dide ku  tevî ku dijmin li piraniya komployên xwe şikest xwariye lê nabe ku em ji hebûna amadetiyên  pêdivî jibo parastin û nobedariya  nizam û nirxên  wilayeta  berheq a Emîr El-Mominîn xafil bimînin. Berçavgirtina  armancên mîna cihhatina Aboriya Berxwedanê niha ewqas giring e ku amadetiya  eskerî derheq bêencamkirina gefan û dayîna bersiva destdirêjkiran pir giring e. Loma rêberê giranqedr ê Inqilabê li beşek din ji gotinên xwe bal kişand ser tekezkirinên berdewam ên xwe ser cihhatina  Aboriya Berxwedanê û destnîşan kir di rewşeke wiha de  erka dewlet, meclîs û berpirsên  beşên curbicur û her wiha  xelkê darêştina plan û bernaman û hilanîna pêngavan jibo rawestana li ber dijminan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu