ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Gotinên rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî li civîan hogiriya bi Qurana Kerîm re

Rêberê giranqedr ê cîhana Islamî bedewiya lefzên Qurana Kerîm wek mûcizeyek û derçeyek ji bo nêzikbûna li têgehnê bilind û zengîn ên wê da zanîn.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî, rêberê giranqedr ê cîhana Islamî berêvariya sêşemiyê, 7`ê Hezîrana 2016`an, li civîna manewiya dostiya ligel Qurana Kerîm li yekemîn roja meha pîroz a rojîtiyê got: Aramiya rûhî û dînî yek ji bereketên naskirina têgehên quranî ye û ev aramiya wê rewşê ji bo zêdekirina baweriya mirov bo Xwedayê teala û hêza Xwedê amade bike.

Hezretê ayetullah Xamineyî amaje bi hewcetiya zêdetir ji berê ya cîhanê di rewşa niha da bo têgehên Quranê kir û got: Eger têgeh û wateyên bilind ên quranê bi zimanê îroyîn ji bo mirovan werin gotin, dê bi hetim bandoreke mezin bike û wê rewşê ji bo pêşketina rastîn a mirovahiyê amade bike, ji ber ku serfirazî û serbilindî, hêz, rehetiya madî, geşatiya manewî, berfirehkirina fikr û ramanê her wiha şadî û aramiya rûhî girêîdayî bi pêkanîna fermanên Quranê ye.

Wî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji berfirehbûna bazina kesên ku Quranê nas dikin bi taybet ciwanên quranî li Îranê got: Eger çi ku bedewî û balkêşiya lefzên quranî mûcizeyek e, lê armanca van lefzên bedew, vekirina derçeyekê ye ji bo bidestxistina fezaya pir bi xêr û bereket û mezin a têgehên quranî.

Rêberê giranqedr ê cîhana Islamî destnîşan kir: Eger têgehên Quranê ji dil va werin guhdarîkirin, dê bi hetim li dinyaya lihevaliyayî, tûfanî û tijî pirsgirêk a îroyîn kûrahiya têgehên quranî û bandora wê zêdetir dê werin femkirin.

Hezretê ayetullah Xamienyî her Wiha tevî amajeya bi valatiya pênase, fikrî û baweriyê li cîhana îroyîn da û hewcetiya mirovahiyê li têgehên quranî, bi bîr xist: Divê ku em bi saya xurtkirina bingehên baweriya xwe û naskirina zimanê şêwaza veguehstina têgehên Quranê bo mirovan, van têgehan ji cîhanê ra bidin nasnadin.

Rêberê giranqedr ê cîhana Islamî destnîşan kir: Eger ev têgeh werin veguehstin, Qurana kerîm wê bibe hêza herî bibandior li cîhanê û hêzxurt û çekên wan û Rêjîma Siyonîst niakrin tu karekî li hemberî viya bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu