Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê li hevdîtina fermandên navenda berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê (s) ya artêşa Îranê tekez kir: Dijmin divê bizanibe ku ger êrişê bike dê derbeyeke giran bixwe.
Hezretê ayetullah Xamineyî, fermandê giştî yê hêzên Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina fermande û berpirsên navenda berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê (s) ya artêşa Îranê bal kişand ser giringiya berevaniyê weke “ bereya pêşeng a rawestana li ber her cure êrişê“ û bereya hemberî Komara Îslamî ya Îranê bereyeke “ rezîl, xapokîn û fêlbaz û dijberê serxwebûna gel“ da zanîn. Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Li hember ev dijmina ku lê digere hêza berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê lawaz bike divê amadetiyên hêzên çekdar ewqasî zêde bibe ku dijmin heta newêre fikrê li destdirêjiyê bike.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, viyan, îrade, karîn û hêza însanî faktor û hegereke giring ji bo jinavbirina berbend û lawaziyan da zanîn û got : Navenda berevaniyê ji wan bereyên pêşeng û sereke ye û divê bi zanîna qedrê cih û şûna vê mewqiya giring û bi nîşandayîna viyan û îradeya micid, hêz û viyana dijiminna jibo êrişê lawaz bike. Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê mesela dijminatiya tev gelê Îranê û nizama Îslamî serayî hin dijminatiyên rayic û normal li cîhanê da zanîn û destnîşan kir : Bereya dijmin her wek nizama serdestîxwaz a siyonîzma cîhanî bereyeke rezîl û fêlbaz û bi hizrên zalimane ye ku dijminê esla baweriyên olî, serbixwetiyê ye û vê yekê ku gelê Îranê naçe bin barê zilm û zordariyê, pir aciz e.
Wî bal kişand ser nîşandayîna dijmiantiya vê bereya mustekbir li berûlayên curbicur û bi şêwazên curbicur û got : Ev dijminatiya rojekê li şikl û rûyê Emerîkayê û rojeke din li şikl û rûyê rejîmeke zalim û zordar mîna Sedam xwe nîşan dide. Lê giring eva ye ku Îranê bi îmkan û zirûfên zav û bi naskirina mewqî û bernama dijmin, helwets û birayra dirust bide û wê cih bîne. Hezretê ayetullah Xamineyî dijberî û hellahellaya berfireh li bara sîstema mûşekî ya S-300 an teşkîlata parastî ya Fordoyê mînakên rezîlatiya dijminaên gelê Îranê da zanîn û destnîşan kir: Sîstima S-300 amêreke berevaniyê ye ne êrişkirane, lê emerîkî hemî hewldana xwe kirin ku Komara Îslamî ya Îranê bibe xwediyê vê zirûf û îmkanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)