FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê cîhana Islamî li hevdîtina ligel Remezan Evdillah

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî hewildana bereya rojavayî bi serkirdayetiya Amerîkayê ji bo serdestiya li navçeyê ji riya şerê berfireh ligel bereya cîhanê da zanîn.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî berêvariya yekşemiyê, 1`ê Gulana 2016`an, li hevdîtina ligel sêkrêtêrê giştî yê tevgera cîhada islamî ya Filistînê, Remezan Evdillah, li şiroveyekê li bara rewşa niha ya navçeyê destnîşan kir: Şerê berfireh ê ku roja îro li navçeyê diqewime, dewama wî şerê ye ku ji 37 salan berî biha va dest pê bûye.

Wî tevî pêgiriya li ser viya ku helwêsta Îranê li mijara Filistînê helwsêteke demkî nine, nîne, got: Ji berî serketina Inqilaba Islamî va û li dewrana têkoşînê, mijara piştgiriya ji Filistînê û pêwîstiya sekinîna li hemberî Rêjîma Siyonîst li helwêstên îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) bi caran dihat hilêxistin û piştî serketina Inqilaba Islamî jî piştgiriya ji gelê Filistînê ji yekemîn xebatên Îranê bû, loma parastina ramana Filistînê bi awayê xwezayî li zat û gewhera Komara Islamî ya Îranê da ye.

Hezretê ayetulla Xamineyî bal kişande ser zextên cûrbicûr û berfireh ên siyasî, propagandayî, aborî û heta leşkerî ji bo teslîmkirina Inqilaba Islamî yan destkişandina pergala islamî ji helwêstên xwe û destnîşan kir: Tişta ku îro li navçeyê diqewime, di rastiyê da rûbirûbûna Amerîkayê ligel Komara Islamî ya Îranê ye.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî armanca sereke ya şerê berfireh ê niha ya bereya rojavayî bi serkirdayetiya Amerîkayê li dijî bereya islamî, serdestiya li navçeyê da zanîn û got: Divê guhertinên navçeyê ji vê hêlê va bên hilkolandin û li vê çarçovê mijarên Sûriye, Iraq, Libnan û Hizbullahê pişkek ji vê rûbirûbûna berfireh e.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser viya ku di rewşeke viha da `Parastina Filistînê, nimada parastina islamê ye` û got: Bereya istikbarê hewildaneke berfireh pêk aniye ku vê rûbirûbûnê wek `Şerê navbera şîe û suniyan` bide zanîn.

Wî tevî amajeya bi viya ku li Sûriyê dewleta şîe li ser desthilatê nine, bi bîr xist: Komara Islamî ya Îranê pişta dewleta Sûriyê digire, ji ber ku kesên ku li hemberî Sûriyê rawestiyane, di rastiyê da li dijî xalên islamê û li xizmeta berjewendiyên Amerîka û Rêjîma Siyonîst in.

Hezretê ayetullah Xamineyî her viha bal kişande ser gotinên sêkrêtêrê giştî yê cîhada islamî ya Filsitînê li bara hewildanên ji bo zexta zêdetir li ser Hizbullaha Libnanê û bi bîr xist: Hizbullah bihêztir ji wiya ye ku bi van kiryarann ziyanê bibîne û roja îro bi hetim tirs û xufa Rêjîma Siyonîst ji Hizbullahê herî zêdetir ji berê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu