ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê Cîhana Islamî ya Îranê li hevdîtina tev mamosteyan

Rêberê giranqedr ê cihana Islamî li ser perwerdekirina nasnameya nifşên nû bi nasnameya bi izet û serbixwe ya olî pêgirî kir.

Rêberê giranqedr ê cihana Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî îro duşemê li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji mamosteyên seranserî Îranê, ”Perwerdekirina nifşa pêşerojê bi nasnameya serbixwe, bi izet, olî û xwedan pîvanên bijartî û tevgerçêker`erka girîng a wezareta perwerdehiyê û mamosteyan da zanîn û destnîşan kir; Eger civateke wiha pêk were bêşik Abora Berxwedanê û bêhewce ji niftê, xwedanê çandeke bêla û serbixwe, rêforma şêwaza mesrefkirinê û xwedanê morala berxwedanê li hemberî zêdexwaziyan dê watedar be.

Hezretê ayetullah Xamineyî bal kişande ser viya ku bona perwerdekirina nifşa nû em li hemberî pargaleke navneteweyiya desthilatdar in, bi bîr xist; Renge hinek ecêbmayî bin ku çi têkiliyek navbera perwerdehiyê û nizama serdest a navneteweyî heye, li halê ku rastî ev e ku nizama serdest bo ciwanên welatên cîhanê yên wekî gelê Îranê hin plan darêştine.

Rêberê giranqedr ê cihana Islamî Amerîka, sermayedarên siyonîst û hinek ji dewletên zorbêj nîşana nizama serdest a navnetewî da zanîn û destnîşan kir; Nizama desthilatxwaz dixwaze ku nifşa nû ya welatan nivşek be ku nêhrîna wan li warên fikrî, çand, siyasetê û şêwaza bişopîne û di dawî da ewna rewşenbîr û zanayin dixwazin ku li çarçova bîr û bawerên wan bixebitin.

Hezretê ayetullah Xamineyî bal kişande ser kevnatiya vê bernama welatên koloniyalîst û got: Ramanwerên rojavayî bi caran gotine ku li dewsa dagîrkirina welatan mîna sedsala nûzdehem, riya herî baş û kêmxerc ev e ku em bîr û bawerên xwe û çanda xwe ser nivşa nû ya welatan bisepînin û ewna rewşenbîrin perwerde dikin ku wekî eskerên nizama serdest dixebitin.

Wî bal kişande ser viya ku birek ji dewletên navçê hema li çarçova van bernamên istikbarî dixebitin û got: Ev dewletana niha wan karan cih tînin ku Amerîka dixwaze û heta ji berîka xwe bona pêşbirina van nexşe û planên Amerîkayê xerc dikin bêyî ku dirav yan parûpişkekê bistînin û Amerîka jî van dewletan diparêze û nahêle ku ewna bêne hilweşandin.

Rêberê giranqedr ê cihana Islamî li pişkek din ji gotinên xwe da bal kişande ser plana dijî meşqên deryayî yên Îranê ji aliyê kongreya Amerîkayê va û destnîşan kir; Roja îro dijmin hinek gotinan tînin zimên ku mezintir ji devê wan in û bo nimûne planek dane ku dibêjin” Pêwîst e ku Îran li kendava Farsê meşqên leşkerî pêk neyne“ li halê ku ev gotinên wiha bê xîm û binyad in.

Hezretê ayetullah Xamineyî mayîn û bihêzbûna herrojî ya Komara Islamî ya Îranê nîşana bêencambûna siyasetên dijminan da zanîn û bi bîr xist: Pêwîst e ku em hertim xwe bi curekê amade bikin ku dijmin hertim ji me bitirse. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu