ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê Cîhanê li hevdîtina nunerên meclîsê

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Cîhanê Îslamî roja yekşemiyê li hevdîtina serok û nunerên dehem dewra meclisa şêwra Îslamî ya Îranê ser pêwîstiya parastina îqtidar û cih û şûna bilind a meclisa şêwra Îslamî ya Îranê pêgirî kir û got :Divê meclis tevî pêkanîna riha aramiyê li welêt li warê kivşkirina qanûnê jî inqilabî tev bigere û li hember helwêstên bidijminatî û bixerez ên Emerîkayê bertekê nîşan bide û li ber siyasetên îstikbarê raweste.

Rêberê giranqedr ê Cîhanê Îslamî got:Nunerên meclîsa şêwra Îslamî di derbarê praktîzebûna aboriya berxwedanê pir bandora xwe hene ji ber ku dikarin riya kiryarên aboriyê yên dewletê bînin ser riya aboriya berxwedanê û vê meselê ji dewletê bixwezin .Wî bal kişand ser reftara bidijminatî ya dewletê û kongireya Emerîkayê bi Îranê re û destnîşan kir: Divê li hember reftarên kirêt û rûdariya dijminan werin meydanê û bi bersiveke qahîm devê wan girêdin ji ber ku dijmin li warê siyasî li gorî bertekan muhasibê dike û ger hest bike aliyê din bêdeng eû dê paşde vekişe, bixwe paşde nakişe û dê zêdexwaziyê bike.

Hezretê ayetullah Xamineyî pîlanên dijminan li navçeyê xist rojevê û tekez kir: Dijmin ji bo navçeya giring û hesas rojava Asiyayê pîlanên taybet heye û hewl dide siaysetên Îranê ku pêşiya cihhatina pîlanên wê digre bêencam dike.

Rêberê giranqedr ê Cîhanê Îslamî got:Hebûna Îslamê û misilmanan, çavkaniyên mezin ên niftê û avrêy û Rejîma Siyonîstî, navça rojava Asiyayê ji bo dijmin giring kirine û pîlana wan ji bo vê navçeyê jî hemen tişt e ku çend salan berî niha wê wek damezrandina Rojhilata Navîn a mezin dan zanînê.

Rêberê giranqedr ê Cîhanê Îslamî bal kişand ser cihnehatina pîlanên Emerîkayê li navçeyê ji wan li Iraq, Sûriye, Lubnan û Filistînê ji ber rawestana Komara Îslamî ya Îranê û got: Divê li hember siaysetên serdestîxwazane rawestin û rûveka îstikbarê eşkere bikin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu