ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina telebeyên navendên zanistên olî yên Têhranê

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, `rênimûniya fikrî û olî`, `rênimûniya siyasî û zêdekirina besîretê` û `rênimûnî û beşdariya di warê xizmetên civakî de`, sê erkên girîng û sereke yên alim û ruhaniyan dan zanîn.

Hezretê ayetullah Xaminêyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, roja şemiyê li hevdîtina komek ji birêvebir, mamoste û telebeyên navendên zanistên olî yên Têhranê, destnîşan kir: Divê telebe bi destxistina hêjatî û agahiyên pêwîst, li dinyaya cida û bi tefut aîroyîn de, xwe bona cihanîna berpirsyariyên girîng û bi bandor ên li civakê amade bikin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, tewsiye û şîret li telebeyan kir ku qedrê nirx û berpirsyariyên telebetiyê bizanibin û herwiha got: Eger hemû pisporî û şarezatiyên li civakê, di asteka herî baş de bibin, lê civak, civakeke olî nebe, ew netewa dê li dinya û axiretê de tûşî xisar û pirsgirêkên rastîn bibe û ev berpirsyariya mezin, yanî eva ku civak bikin civakekî olî, li ser milê alim û ruhanî û telebeyan e.

Rêberê Înqilabê Îslama paşverû, hişk, tesîbdar, bêyî fêmkirina rastiyên manewî û Îslama ku bi tenê zahir û rûwek jêre maye ,“ nîşana rastîn a fikrên xalifî da zanîn û got: Ji aliyê din ve, Îslama îltiqatî û pûç û sivik û Îslama amerîkî, mijûlî sekinîna li hember Îslama resen e.

Hezretê ayetullah Xamênêyî, fêmkirina Îslama resen û îslama ku li gorî kitêba Xwedê û sineta pêxember (s) e, bi saya aqilmendî û ramana îslamî, erka girîng a ruhaniyan da zanîn û herwiha got: Riya pêxemberan, rewacdana vê fikra resen e û ruhanî û alim jî vê rêka bexteweriyê anku rêka rênimûniya olî ya xelkê berdewam dikin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, rênimûniya emelî ya xelkê, sebeba kemilîna rênimûniya bîr û ramana wan da zanînê û got, bi şêwazên herî baş, xelkê ber bi ebadet û rûwet a rastiyên olî yên wekî rastî, emanetdarî, parêzkarî, terikandina karên pîs û nebaş û çûyîna ber bi karên xêr û baş û şêwaza jiyana xêr û dirust rênimûniyê bikin.

Hezretê ayetulah Xamênîyî, rênimûniya siyasî, erka din a herî girîng a alim û ruhaniyan da zanîn û got: Hegera rawestana bi dû hev li ser pêwîstiyên Înqilabîbûna navendên zanistên olî, eva ye ku berdewamiya meşyana dirust û înqilabî ya civakê, bêyî hebûna berdewam a ruhaniyan, nemumkin e.

Rêberê Înqilaba Îslamî, herwiha li telebeyên dersên olî, şîret kir ku dersxwendina baş û paqijkirina nefsa xwe ji bîr nekin û got: Hewldana xwe ji bo cihanîna pêispartiyên ruhaniyetê ku tu pisporiyek din nikare cihê wê bigire, bi kar bînin, helbet ev kara divê neyê vê wateyê ku ji bo meqam û cih û çûnê bixebitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu