Gotinên rêberê giranqedr ê Inqilabê li kêleka tirba îmam Riza (S)
Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî berêvariya yekşemiyê, 20`ê adara 2016`an, li koma bi dehan hezar kes ji ziyaretvanên tirba îmam Riza (S) û rûniştiyên bajarê pîroz ê Meşhedê li axaftinekê li bara siyasetên zorbêjên cîhanê di rewşa niha da got: Di vê qonaxa demê da siyasetên istikbara cîhanî bi taybet siyaseta Amerîkayê pêwîst dikin ku ku gelê Îranê bixin ser durêya lihevhatina bi Amerîkayê ra yan jî pejirandina zextên Amerîkayê.
Wî tevî ravekirina vê mijarê her viha got: Ew du durê ev in ku yan divê em Amerîkayê qebûl bikin yan divê zextên Amerîkayê û pirsgirêkên ku ji ber van zextên çê didin tamil bikin û gelê Îranê divê riyekê ji van duyan bibijêre.
Wî bi bîr xist ku hevhatina bi Amerîkayê ra bi wateya qebûlkirina wan babetan e ku dewleta Amerîkayê dil heye bisepîne. Gelek nakokiyên me ligel Amerîkayê hene û divê em van nakokiyan çareser bikin, lê li gorî nêrîna Amerîkayê çareserkirina nakokiyan bi vê wateyê ye ku Komara Islamî ya Îranê ji helwêstên xwe yên bingehîn û xetên sor bê xwarê.
Rêberê giranqedr ê Iqilaba Islamî her viha ragihand: Amerîka dixwaze pergala Komara Islamî desta ji bindestên navçeyê û gelê Filistînê, Xeze, Yemen û Behrêynê bikişîne û ji hêla siyasî va pişta wan negire.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî her viha tevî amajeya ser nêzikatiya hinek ji dewletên navçeyê tev Rêjîma Siyonîst, got: Ew dixwazin ku Komara Islamî ya Îranê jî bi Rêjîma Siyonîst ra li hev bê.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li bara helwest û kiryarên zordariyê yên Amerîkayê li mijara navokî û lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da jî got ku Amerîkayê di warê lihevkirina navokî da sozên xwe cih neanîne û hema wisan boykotan didomîne. Amerîka dixwaze Îran desta ji mijarên bingehîn ku li gorî destûra islamê û ramanên pergala islamî sozdarê wan e, bikişîne. Eva daxwazek e Amerîkayê ye ku dê qet pêk neyê.
Berxwedana gelê Îranê li hemberî hêzxurtên zorbêj tenê dirûşme nine belkî li pergala Komara Islamî hatiye selimandin. Îran qet ji vê xeta sor derbas nabe û rê nade ku hêzxurtên zêdexwaz bi zextên siyasî û aborî yan gefên leşkerî riya Îranê ya meşiyana ber bi van armancan girê din. Roja îro Îranê di warê dîplomasiyê û bikaranîna gefên dijminan li mijara navokî wek derfet serketineke mezin bi dest xistiye û mafê navokî yê Îranê hatiye bidestxistin.
Ev ne bi wateya destkişandina ji xalên bingehîn û armancên inqilabê ye.
Elbete Amerîka li gorî xwe dixebite ku boykotan bidomîne û bi şêwazekê kar bike ku bi saya astengiyên hiqûqî ji riya xizînedariya Amerîkayê rê li ber danûstandina malî ya şirket û bankên mezin ligel Îranê bigire ku li gorî gotina rêberê giranqedr ê Iqilabê ev reftara Amerîkayê nîşana dijminatiya eşkere û tam e.
Komara Islamî ya Îranê di heyama 37 salan piştî serketina Inqilaba Islamî da bi riya berxwedana li hemberî komployên hêzxurtên serdetîxwaz nîşan da ku li ser armancên xwe disekine û dê tu carî rê nede ku dijmin Îranê neçar bikin ku xwe bitewîne.
Gelê Îranê li hemî waran di warê pratîkê da nîşan daye ku eger miletek bixwaze serfirzî, pênase, ewlehî û berjewedniyên xwe bi dest bixe, pêwîstiya wê berxwedan û xwebawerî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)