ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê Inqilabê li hevdîtina ligel xwendekar û rêxistinên xwendekaran

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî destnîşan kir: Eger em dixwazin li hemberî bereya istikbarê li ber xwe bidin û bigihêjin serbilindî û izeta ku hêjayî pergala Komara Islamî ye, em hewcedara parastin û xurtkirina teqwa û xweparêziyê li reftarên kesane û gelanî ne.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî berîvariya şemiyê, 2`ê Tîrmeha 2016`an, li hevdîtina bi semîmî ligel zêdetir ji 1000 kes ji xwendekar û nûnerên rêxistinên xwendekaran piştî şirovekirina rola baweriyê li berxwedanê, amaje bi `Têkoşîna çarenivîssaz a gelê Îranê li hemberî bereya istikbarê` kir û got: Destpêka vê têkoşînê ew bû ku gelê Îranê biryar da serbixwe û pêşketî be ku ev mijara li dijî berjewendiyên hêzxurt û desthilatdarên cîhanê ye.

Wî gotinên hinek ji kesan li ser esasa viya ku pergala Komara Islamî li dû derxistina behaneyan ji bo nakokbûna ligel welatên hêzxurt e, gotinin nedirust da zanîn û her viha got: Ev têkoşîn hewcedara behaneyê nine ji ber ku heta wê demê ku gelê Îranê li ser esasa xêret û dîroka inqilabî û islamê li ber xwe bide, ev têkoşîn jî didome.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li vê hevdîtinê ku zêdetir ji pênc saetan dirêj bû, `Daxwazkeriya xwendekaran` herî girîng da zanîn û destnîşan kir: Jinavbirina pirsgirêkên mezin ên welêt li ustiyê berpirsên derecebilind e, lê eger daxwazkeriya xwendekarana hevrê ligel lêkolîn û agahiyên rast û dirust be, wê bi hetim rewşê ji bo hewildana zêdetir a berpirsan xweş bike.

Hezretê ayetullah Xamineyî li dewama axaftina xwe xwendekarên welêt derfeteke mezin, heyîtiyeke berfireh û ji xalên hêzdariya hikûmetê da zanîn û tevî pêgiriya li ser pêwîstiya baldariya taybet a berpirsan li ser vê çîn û qatê li plandariştinan, got: Xwendekarên niha li bercî xwendekarên destpêka inqilabê ji hêla çawanî û qas û hejmarê va zêdetir û xurttir û xwedana ramanên kûrtir ên inqilabî û islamî ne.

Wî şîret li gişt xwendekaran kir ku `Li tevgera mêdyayî ya dijmin bi guman bin` û got: Dijminan bi xercên mezin û giran, tevgera mêdyayiya lihevaliyayî û berfireh li dijî pergala KOmara Islamî bi rê xistine ku armanca wê ya sereke niximandina xalên hêzdariya Komara Islamî û mezinkirina hinek ji xalên nerênî ji bo pêkanîna bêhêvîtiyê li nav xelkê û ciwanan e.

Hezretê ayetullah Xamineyî her viha tevî dayîna çend şîretan li xwendekaran, çawanî û asta û qasa coş û kelecana xwendekarên inqilabî nîşana zindîbûn û feraset û guncawtiya cewherî û zatî ya Inqilabê da zanîn û her viha got: Mebetsa parastina pergala Komara Islamî, parastina rêber nine, belkê parastina gişt nirxên lihevaliyayî ye ku Inqilab bi palpiştiya wan geşatî û pêşketina xwe didomîne.

Rêebrê giranqedr ê Inqilaba Islamî got: Serokomarên deheyên pêşerojê, parlamenterê parlimanê û berpirsên pêşerojê yên welêt dê ji nav we delalan werin bijartin, loma bi nêrîneke tam bi hêvî û geş dîmena ramanî ya 20 heta 30 salên din a welêt resim bikin û tevgera xwe ya îro li ser esasa wê asoya ronî saz bikin.

Di destpêka vê hevdîtinê da, 8 kes ji nûnerên rêxistinên xwendekaran bi qasî du saetan nêrîn û nigeraniyên civaka xwendekariyê hilêxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu