ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Rêberê mezin ê Cihanê li dersa Xarica Fiqhê, li sala nû ya dersxwendinê

Rêberê mezine inqilaba îslamî , wezîfa ewil û herî girîng a ruhaniyan, “Sekinîna li hemberî nexşeya ji holê rakirina dîn û îfetê“ daye zanîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê giranqedre inqilaba îslamî ya Îranê li despêka dersa Xaricê Fiqhê (derseke navendên zanista olî ya girîng) li sala nû ya dersxwendinê li navendên zanistên olî de, bal kişande ser bernamên berfireh ji bo xalifandina mêjî û dilê xelkê û cewanan ji ser esla dîn û diyanetê ragihand; Navendên îlmî û ruhaniyetê gereku biê nasîn û agahdariya ser rewşa xebatên înternitî û sayberiyê, ji van mecalan bibaşî behre bigrin û wateyên dînî û qayde û qirarên îslamî şirove bikin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser wezîfenasî û nasandina rewşa dem û gavan li kêlega teblîxatê û şiroveya meselên dînî û ragihand; Eger wezîfe bibaşî neyê naskirin, zanist, parêzkarî û heta mêrxasî jî tesîra xwe ya erênî nake û ew tişta ku mirov dixwaze, nagihêje encamê.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser ew xercên giran û bernamên zav yên dijî bawermendiya xelkê û got: Dijmin ji riya hilêxistin û rewaca şik û gumanan li bara dîn û çêkirina bernamên dijî îfet û şerm û heyayê, bi dû xalifandina cewanên bawermend û sax ji ser esla dîn in û dixwazin ku perdeyên heya û şermê ji nav biben û roja îro dijmin vî karî bisaya behre girtina ji rewşa sayberî û înternitê cih tînin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî sekinîna li hemberî vê nexşe û pîlanê, wezîfa herî sereke û pêsparteya herî girîng a ruhaniyan daye zanîn û destnîşan kir; Navendên zanistên olî û mezhebnasên mezin pêwîst e xwe bona sekinîna li hemberî vê leşkerê mezine dijmin amade bikin.

Rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî ya Îranê herwisa ragihand; Behre wergirtina ji înternitê û sayberiyê hem xêra xwe heye û hem jî zere wê heye û pêwîst e ku ji vê sîstemê bona teblîx û rewacdayîna dînî bi berfirehî bê istifade kirin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser xebata herî girîng a navendên zanistên olî bona naskirina şik û gumanên li bara dîn û bersivdayîna bo van şik û gumanan û destnîşan kir; vî karî tu dijayetiyeke xwe bi zanista fiqahetê re tune ji ber ku fiqh tenê li bara Hukmên Emelî nîne belkî  “ Fiqha Ellahê Ekber“ her ev fêrkarî û zanyariyên îslamî ye û bona bersivdayîna bo van şik û gumanên li bara dîn pêwîst e ku lêkolînên kûr û rastîn yên dînî bêne kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu