ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi serokomarê Venezuelayê

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, destnîşan kir, ev xeyala ku Amerîka nayê şikestdayîn, şaşitiyeka mezin e û şaşitiyên bi dûhev ên Amerîkayê, niha bi giranî, rewşa wan li navçê aloz kiriye.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, berêvariya duh şemiyê li hevdîtina bi Nîkolas Madoro, serokkomarê Venezuelayê, bal kişand ser têkçûn û bê encamiya plan û siyasetên Amerîkayê li navçeya rojavayê Asyayê û mesela kêmbûna bihaya niftê wekî amêrek ji bo zext û zora ser welatên serbixwe da zanîn.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, bal kişand ser bikaranîna amûra niftê bona sepandina pirsgirêkên niha ser welatên serbixwe û destnîşan kir, li berê dema ku hin welatên îslamî nifta xwe girêdan û bi vî awayî li hember Rejîma Siyonîst sekinîn, welatên rojavayî, bi mihaneya bikaranîna siyasî ya niftê, haykûf û şantaj bi rê xistin, lê mixabin roja îro her ew welatane, bi awayekî tam bi siyasetên Amerîkayê re hevaheng in û bi wan re niftê wekî çekan bi kar tînin.

Wî bandordanîna Venezuelayê li ser tevgerên dijî kedxweriya li navçeya Amerîkaya Latîn, wekî vê yekê da zanîn ku ev welata xwediyê zirûfên zav e û li ser pêwîstiya bi karanîna derfeta serokatiya vî welatî ser Tevgera Qeydnenasan pêgîrî kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî, herwiha got, welatên rojavayî hez nakin ku çalakiyên Tevgera Qeydnenasan zêde bibin, lê divê welatên serbixwe li ber wan bisekinin û bi vî awayî, teqez wê dahatî ji dema buhurî baştir bibe.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, herwiha li ser biryara cidî ya Komara Îslamiya Îranê bona zêdekirina hevkariyên bi Venezuelayê re sekinî û rola girîng a berpirs û wezîrên du welatan bona şopandin û cihanîna deqîq a hevhatinên navbera van du welatana, bi bîr xist.

Serokomarê Venezuelayê Nîkolas Madoro jî di vê hevdîtinê de pesna berxwedana gelê Îranê li hember dijminatiyên Amerîkayê da û got: Li rewşa ku xelkê Îranê li aramî û ewlehiya tam de dijîn, gelek welatên navçê û derdora Îranê jî hene ku di şerr, cidatî û lawaziyê de derbas dikin.

Serokomarê Venezuelayê, herwiha bal kişand ser kêmbûna zav a bihaya niftê di du salên buhurî de û herwiha got: Emperyalîsma Amerîkayê, dijî Venezuelayê pirr dijminatî kir û gellek xwe têkilî karûbarên vî welatî kir, lê gelê Venezuelayê li hember vê şerrê aboriyê li ber xwe da û niha hêdî hêdî ji qeyrana aboriyê derdikeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu