ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Ruhanî li koma xelkê parêzgeha Azerbaycana rojava

Sereokkomarê Îranê got: Roja îro Komara Îslamî ya Îranê ji pîlanên ji pîlanên siyonnîstan û îstekbara cîhanî derbas bûye.

Hesen Ruhanî îro duşemê li koma xelkê parêzgeha Azerbaycana rojava li Ûrmiyê destnîşan kir; Navça Azerbayîcanê û bitaybet Azerbaycana rojava hertim nîşana jiyana aşitîxwazane di navbera şîe, sunî û eşîretên curbicur e.

Ruhanî bal kişande ser pêwîstiya parastina yekitiya hemû qewm û etnîkên îranî û destnîşan kir; Komara Îslamî ya Îranê îznê nade ku li welatekî îslamî ferq û tefûd di navbera qewm û etnîkan da hebe ji ber ku hemû xelkê Îranê wekî çiqlên darekî mezinin ser navê Îranê ne.

Serokkomarê Îranê herwisa bal kişande ser neêminiyên navçê û kiryarên fanatîk li hinek ji welatan û destnîşan kir; Ji ber xebatên şev û rojê yên hêzên ewlehî, eskerî û întezamî û teybîrên rêberê giranqedr ê inqilabê, rewşa ewlehiya welêt gelekê baş e.

Ruhanî bal kişande ser viya ku parêzgeha Azerbaycana Rojava warê sînorvanên egîd û mêrxas e û got: Xelkê Azerbaycana Rojava hertim û bi başî parêzvaniya sînorên Îranê tev sê welatan dikin û çi li dewrana berevaniya pîroz û çi roja îro ku ne êminî li navçê zêde bûye hertim wan bi îqtedar ji sînorên Îranê parêzvanî kirine.

Ruhanî bal kişande ser pêwîstiya geşkirina rewşa kar û şixul û abûrê li Îranê û got: Ewil pêngava dewletê eva bû ku ew deriyên ku dijmin li ser gelê Îranê girêdane û bûne sebeba berbend li ser riya geşatiya abûrî ya welêt vekin û her li vê çarçîvê da boykotên zalimane yên dijî gelê Îranê hatine hilanîn.

Ruhanî herwisa bal kişande ser hizûra kompaniyên biyanî bona sermayedanîna li Îranê û destnîşan kir; Li pêngava ewilê ew welatên ku li dema boykotan para Îranê ya nift û gazê li bazarên cîhanê xistibûn destê xwe niha neçar in dest ji para Îranê berdin û wê pispêrin vî welatî û vegerin rewşa berî boykotan.

Serokkomarê Îranê bal kişande ser zirûfên heyî yên cotkariyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava û destnîşan kir; Pêwîst e ku ev parêzgeha bibe deriyê peywendiyên abûrî yên Îranê tev welatên cînar (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu