ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Ruhanî li rêûrisma vebûna meclisa şêwra Îslamî ya Îranê

Serokkomarê Îranê meclis nîşana deshilata xelkê, çavdêriya gelêrî û cihek ji bo peywendiya hemû pişkên welêt daye zanîn.

Hesen Ruhanî Serokkomarê Îranê li rêûrisma vebûna meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: meclis nîşana serdestiya xelkê, çavdêriya gelêrî û cihek e ji bo peywendiya hemû pişkên welêt .

Ruhanî bal kişande ser xebata dewletê bona kar û tenahiya xelkê û jinavbirina nedariyê û geşatiya abûrî li welêt û destnîşan kir; Bona çêkirina şixul ji bo cewanan û tenahiya xelkê û jinavbirina nedariyê li civatê tu riyek xîncî geşatiya abûrî tune.

Ruhanî bal kişande ser viya ku îsal geşatiya abûrî li Îranê dê sedî 5 zêde bibe destnîşan kir; Pê berçavgirtina bernamên abûrî û siyaseta abûra berxwedêr Îran dê bigehêje geşatiya abûrî.

Serokkomarê Îranê herwisa got: Yêk ji pêwîstiyên siyaseta abûra bi berxwedanê eva ye ku geşatiya abûrî ya Îranê bigihêje sedî 8 ji geşatiyê û bona serê xwe girtina vê siyasetê hewcetî bi 30 hetanî 50 milyard dolar ji bingehên biyanî ye.

Ruhanî destnîşan kir; Îran li bernama rêketina navokî gihêştiye wê derê ku hevkariya hemû saziyên welêt û berçavgirtina xalên sor e ku rêberê mezine Înqilabê ewna kifş kirine û bona bijartina kesên layiq û baş welat dikare ji pirsgirêkên mezine wekî gotûbêjên navokî derbas be. Serokkomarê Îranê destnîşan kir; meclisa dehan û dewleta Îranê dikare bona îcrakirina abûra bi berxwedanê ji zirûfên dîplomasiya abûrî bibaşî behre bigre. Dewra dehane meclisa şêwra islamî ya Îranê îro şemiyê bi peyama rêberê mezine inqilaba Îslamî ya Îranê û gotinên serokkomarê Îranê destpê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu