NûçeRojhilatanavinSûriye

Vegera zêde ji 400 awareyên sûrî ji Libnanê bo Sûrîyê

Navenda Pêşwazîkirin û Bicihkirina Awareyên Sûrî ragihand ku zêde ji 400 awareyên sûrî ji Libnanê vegerîyan Sûrîyê.

Navenda Pêşwazîkirin û Bicihkirina Awareyên Sûrî di raportekê de ragihand: Roja pêncşemê 454 awareyên sûrî ji rêya derbasgehên Cedîde Yabos û Al Debosîyê ji Libnanê vegerîyan Sûrîyê.

Yognî Îlîn yek ji berpirsên leşkerî yên Ûrsêtê jî du rojan berî niha ragihand: Di hefteya buhurî de zêde ji 6 hezar awareyên sûrî zivirîn welatê xwe.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsîyê di 18`ê Tîrmeha îsal de Navenda Pêşwazîkirin û Bicihkirina Awareyên Sûrî damezirand ta ku demajoya vegera awareyan bo welatê xwe hêsan bibe.

Li gorî amara NY, ji ber şerê 7 salan li Sûrîyê, nêzî 7 milyon kes aware bûne û nêzî milyonek û 500 hezar awareyên sûrî derbasî Libnanê bûne.

Başa dön tuşu