ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên serokomarê Îranê li bernameya zindî ya axavtina ligel milet

Serokê Komara Islamî ya Îranê got ku rewşa aborîyê ya Îrana islamî erênî û pêşeroja wê jî zelal e.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li gotûbêja zindî ya bi gel ra ku bi rîya televîzyonê pêk hat, her wiha got: Em her ku pêş da diçin, bi saya hewldan û alîkarîya gel, şopandina dewletê û hevdilîyê û hevdengîya sazî û dezgehên din, em ê pêngavên kêrhatîtir di rîya serbilindîya gel û rehatîya milet da rakin.

Rûhanî bi gotina vîya ku Îran navenda ewlehî û istiqrara navçê ye, got: Mideha sê salên karkirina dewletê bi saya hewldana hêzên çekdar û vîyana gel, aramî û istiqrareke bê hempa li Îranê hebûye û ev istiqrar  aramî yê berdewam be.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li bersiva pirsekê li bara encama rêketinama navokî û bandora wê ser jîyana gel û tevî bêsozî û hevdengnebûna amerîkîyan yê kînga hasila vê rêketinamê bigihêje, got: Koma 5+1`ê hin sistî li cihanîna rêketinama navokî kirine lê, di eynî halî da rêketinama navokî bûye sedema pêkhatina rewşeke baş jibo Îranê  ûaborîya welêt.

Rûhanî bal kişande ser amarên têkildarî rewşa pêşeya niftê mideha çend mehên buhurî da û pêşketinên berbiçav di vî warî da bi dû rêketinama navokî û got: Berî rêketinama navokî û mideha 10 mehên destpêka sala buhurî da, Îranê 3 milyon û 250 hezar bermîl nifta xav û berhemên gazê derxistine ku milyonek û 348 hezar bermîl firotine derveyî welêt.

Serokomarê Îraên bi gotina vîya ku di 4 mehên destpêka îsal da jî, 4 milyon û 122 hezar bermîl nift di rojê da hatîye derxistinê ku 2 milyon û 382 hezar bermîlên wê hatine firotinê, ragihand: Pêşeya niftê geş dibe û ev hereketa zef baş, yek ji berhemên rêketinama navokî ye.

Rûhanî bi gotina vîya ku roja îro zêde ji 400 bankên bîyanî têkilî bi Îranê ra hene û ev amara her ku diçe zêde dibe, ragihand: Li gorî van amarana, di dewrana rêketinama navokî da derfeteke baş ne tenê jibo firotina niftê û imkana sûdwergirtina ji daraîyê, belkî pirsgirêkên bîme û gemîvanîyê jî hatine çareserkirinê.

Serokomarê Komara Islamî ya Îranê, nehîştina gefên dijî Îranê yek ji berhemên din ên rêketinama navokî zanî û got: Dijminan dosîya Îranê birin Konseya Ewlehîyê û Îran ket ber xala 7`an a zagona NY û 6 û 7 biryarname û boykotên li giran li dijî gelê Îranê pejirandibûn û her dem diqewimî ku  welat bi êgir û şerê nexwestî ra rûbirû bibe û roja îro ev gefa nemaye.

Rûhanî bibîr xist: Dijminan her wiha Îran li NY û li biryarnamên Konseya Hikimdarên Ajansa navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) wek welatê gefa li dijî aştî û ewlehîya cehanê dabûn nasandinê û roja îro rewşa tirsandina ji Îranê ji nav çûye.

Rûhanî li bersiva pirsekê têkildarî astengîderxistina Koma 5+1`ê ser rîya cihanîna rêketinama navokî got: Bê şik hin astengî ji alîyê kesên ku li dijî esasa rêketinamê bûn va tên çêkirin. Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Li Amerîkayê jî herîkêm meclisa parlimanteran û nemaze Komarxwaz li dijî rêketinama navokî bûne û bi awayekî berdewam astengî derxistin ku rêketinama navokî neyê wajokirinê. Rêjîma Sîyonîst jî hertim dijber bûye û astengî derdixistin û nha jî berbendan datîne.

Rûhanî bal kişand ser gotinên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî  li bara vîya ku heke alîyê himber ango Koma 5+1`ê sozên xwe bi awayekî deqîq cih bianîyana him ser xêra navçê bû him jî ser xêra wê xwe, û her wiha eva ceribandinek jibo alîyê himbeer bû jî got: Heke amerîkîyan bi nêta xêrê û bi awayekî deqîq rêketinama navokî cih bianîyana, pêşîya astengîderxistinan û sistkirina pêvajoya cihanîna wê bigirtina, renge Îranê bawerîya xwe li alîyê himber bianîya û hazir biba ku li ser mijareke din jî bi wan ra muzakirê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu