ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Welayetî li civîna yeketiya cîhanî ya alimên berxwedanê li Lubnanê

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Elî Ekber Welayetî sekretirê giştî yê civata cîhanî ya hişyariya islamî li gotinên xwe yên îro pêncşemê li civîna rawêjkariyê ya Yeketiya cîhanî ya zanayên berxwedanê li Bêyîrûta paytexta Lubnanê destnîşan kir; Komara islamî ya Îranê li bara planên dijminên islamê dijî umeta islamî hişyarî dabû û ragihandibû ku her welatek ku piştevaniya terorîstan bike bê şik ji agirê ku wan vêxistiye nafilite.

Wî tevî hişyariya bo cîhana islamê li bara dewama planên dijminên islamê destnîşan kir; Welatên rojavayî bona qanûnî nîşandana van karên xwe siyaseta tirsandina gelan ji ola pîroz a islamê girtine ber xwe û xebitîne ku rewşa navçê tevlihev bikin ta ku bona Rejîma Siyonîstî ewlehî li navçê pêk bê û ewna jî bi başî bikaribin navçê dagîr bikin û heyitiyên welatên navçê talan bikin.

Elî Ekber Wilayetî şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li karûbarên navneteweyî û serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina xêr û mesleheta nizama Îranê destnîşan kir: Mixabin welatên islamî li dewsa ku dijî dijminê xwe yê hevpar yanî Rejîma Siyonîstî bixebitin, pê birêxistina şerên cîgirtî û yan şerê rasterast agirê şêr li navçê vêxistine û li peyî lawazkirina umeta islamî û welatên misilman in.

Sekretirê giştî yê civata cîhanî ya hişyariya islamî her wiha destnîşan kir; Bereya berxwedanê bi palpiştiya Komara Islamî ya Îranê û ji ber hişyariya umeta islamî dewamê dide xebatên xwe dijî reftarên tund.

Wî tevî şermezarkirin têrorîstnasandina Hizbullaha Lubnanê got: Hinek ji welatên navçê li dewsa ku dijî Rejîma Siyonîstî bixebitin, xistina derbeyê li Berxwedanê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu