ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Zerîf, Lavrov û Çawûşoglu li Moskowayê

Wezîrê karên derve yê Îranê li civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Tirkiye û Rûsiyê got: Divê em li hember terorîstan ne tenê li Sûriyê belkî li her dereke din rawestin.

 Li gorî rapora ISNA`yê Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê li destpêka civîna sêalî tevî spasiya ji hemî welatên cîhanê jibo şermezarkirina kiryara tereorîstî ku bû sedema kuştina balyozê Rûsiyê li Enqerê, got : Li civîna sêalî em dixwezin destekê bidine çareserkirina qeyrana Sûriyê û kêmkirina derd û kulên xelkê vî welatî û hêsankirina şandina  alîkariyên mirovhezane û cihanîna  agirbesê.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê  serxweşî ji dewlet, gel û malbata  balyozê terorbûyî yê Rûsiyê li Tirkiyê xwest û diyar kir : Civîna sêalî ya îro jibo pêşeroja Sûriyê giring e. Em ser vê bawerê ne qeyrana Sûriyê  ji riya siyasî çareser bibe. Wî tekez kir . Em divê rawestana li ber terorîstan ne tenê li Sûriyê belkî li her derekî din bidomînin.

Zerîf li dewamê kêfxweşiya xwe li bara  alîkariya bo derketina  xelkê Sûriyê ji navçên dorpêçbûyî diyar kir û got: Li vê civînê em dixwezin ser mijarên giring ji wan şandina  alîkariyên mirovhezane û agirbesa giştalî gotûbêjê bikin.

Çawûşoglu wezîrê karên derev yê Tirkiyê jî ji ber terorkirina balyozê  Rûsiyê li Enqerê  serxweşî gote vî welatî û  ji pejirandina  avakirina  komîta lêkolîna hevpar jibo hilkolandina  vê mijarê spasî kir û got: Hevkariya  van sê welatan li Helebê destkevtên baş hebû . Wî hêvî kir ev  hevkariya navçên dine  Sûriyê jî bigre ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu