EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Zerîf li koma îranîyên niştecîyê Romanîyê

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê şeva buhurî li hevdîtina ligel îranîyên li Romanîyê dijîn li bajarê Boxarêstê herwiha got: Hilbijartina li Amerîkayê berovajî hemî pêşbînîyan ber bi alîyekî va çû ku pêşbêj û analîzoran nedikarîn wê pêşbînî bikin û eva ji ber rastîyekê ye ku taybetî Amerîkayê nîne belkî cehan li halê guherînê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Dinya diguhere û qanûn, qirar û şêwazên lîstika wê guherîne û heke hûn şêwazên nû yên lîstikên navnetewî fêr bibin û li gorî wan kar bikin, hûn ê bikarbin bibandor bin û heke hûn bixwazin li gorî şêwazên kevin kar bikin, we yê bandorek li pêşerojê tinebe.

Zerîf ji îranîyên derveyî welêt re got: Îranîyên derveyî welêt nasînerên çand, şaristanîyet, exlaq, mezinatî û comerdîya gelê Îranê ne. Derfeta nasandina Îranê û îranîyan jibo gelên hemî welatên cehanê derfeteke zef biqîmet e ku divê hemî îranî qedrê vê derfetê bizanin.

Wezîrê karên derve yê Îranê li dewama serdana xwe ya sê welatên rojhilata Ewropayê, vê sibê gihete bajarê Biratîslav, paytexta Slovakîyê. Zerîf şeva buhurî li bajarê Boxarêsta Romanîyê bû. Serdana Zerîf bo Romanîyê yekemîn serdana wezîrê karên derve yê Komara Islamîya Îranê mideha 20 salên buhurî da bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu