IraqNûçeRojhilatanavin

Hevahengiya navbera Bexda û Şamê li têkoşîna dijî têrorîsmê

Berdevkê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî) got: “Li têkoşîna dijî têrorîsmê hevahengiyeka zêde di navbera Iraq û Sûriyê da heye“.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya kanala têlêvîziyoniya El Minarê, Berdevkê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî), Ehmed Esedî li konfêransa Gotûbêja Cîhanî li ser Têrorîsmê li Bexdayê got: “Li gorî vê yekê ku şerê dijî DAIŞ`ê li du aliyên Iraq û Sûriyê li ser sînoran didome, ev heahengî hatiye dîtin“.

Esedî qala nebûna şer û pevçûnan di navbera Heşdê Şeibî û hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê kir û got: “Hewil hat dayîn ku opêrasyiona bicihbûnê li Kerkûkê bi aştî û aram be û ev yek di asteka bilind da pêk hat ku ev tenê cihanîna pesendnameyên parlimana Iraqê ji bo cihkirina hêzên dewleta navendî bûye“.

Esedî destnîşan kir: “Barzanî nerijandina xwînê û fermanberiya ji fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê wek Xiyanetê dizane; Lê piştgirên Barzanî li Mexmûrê êrîşî ser artêşê û li Zumarê êrîşî ser hêzên polîs kirin“.

Artêşa Iraqê û polîsê federal ê vî welatî ji êvara Yekşemiyê, 15`ê Cotmeha 2017an, ve ji bo cihanîna Qanûna Bingehîn, pesendnameyên parlimanê û dadgeha federal a Iraqê bo Kerkûkê hatin şandin û karîn bêyî pevçûnan kontrola vê navçeyê bigirin destê xwe.

Başa dön tuşu