ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Amano û Zerîf ser rêketinnama navokî

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li bara alûgurên rêketinnama navokî şêwirîn.

 Li gorî rapora wezareta karên derve Yokiya Amano rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê roja yekşemiyê tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin pêkk anî û ser rewşa hevhatina navokî û cihanîna wê gotûbêj kir.

Yokiyo Amano vê sibê gihêşt Têhranê û piştî hevdîtina  tev Elî Ekber Salihî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tev Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê jî hevdîtin pêk anî.

Sefera Amano bo Têhranê li halekê cih tê ku piştî bêsoziyên Emerîkayê û dirêjkirina  boykotên li dijî Îranê wezîrê karên derve yê Îranê daxwaza lidarxistina  civîna komîsyona çavdêriiya ser cihanîna  rêketinnama navokî kiriye.

Serokê Komara îslamî ya Îranê jî piştî sersariya Emerîkayê derheq cihanîna  rêketinnama navokî ferman da serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê ku jibo dîzaynkirin û çêkirina  Pêşrana  Navokî bo beşa veguhestina  deryayî bi hevkariya  navendên zanistî û lêkolînê yên Îranê plan û bername bên darêştin.

Barak Obama  serokkomarê Emerîkayê roja pênşemiyê bêyî îmzeya  qanûna  dirêjkirina  boykotên Îranê îzn da ev boykot deh salên din jî cih werin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu