EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja berdewam a Zerîf û Mogerînî li bara pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî

Wezîrê karên derve yê Îranê û berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê bi telefonê li bara pêvajûya cihanîna Lihevkirina Navokî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora rêvebiriya giştî ya dîplomasiya medyayî ya wezareta karên derve, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û Federîka Mogerînî şeva çûyî û îro li bara cihanîna Lihevkirina Navokî her wiha guhertinên herî dawiyê li Sûriyê gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha îro bi riya telefonê digel Frank Walter Ştaynmayêr wezîrê karên derve yê Almanyayê li bara guhertinnê herî dawî li Sûriyê herwiha pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî gotûbêj kir.

Mihemed Cewad Zerîf herwiha digel Sergey Lavrov li bara bêsoziyên Amerîkayê li warê cihanîna Lihevkirina Navokî bi riya telefonê gotûbêj kir.

Barak Obama serokomarê Amerîka roja pêncşemiyê rê da ku boykotên dijî Îranê bên dirêjkirin; Lê qanûna ku boykotên dijî Îranê cih tîne, wajo nekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu