İslami Davet Kurdi Bange İslami

Gotûbêja bi rêya telefonê ya wezîrên karên derve yên Îran û Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, li gotûbêja bi rêya telefonê ya bi hevtayê xwe yê sûrê re, kiryara cinayetkarane û neqanûnî ya Amerîkayê û hevgirtiyên wê ya êrişa ser axa Sûriyê şermezar kir û pesna berxwedana xelkê vî welatî da.

LI gorî rapora dayira giştî ya Dîplomasiya Medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, li dû êrişa sibeha îro ya Amerîkayê û hevgirtiyên wê ser Sûriyê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, li peywendiya bi rêya telefonê bi Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê, kiryara leşkerî û yekalî ya dijî Sûriyê bi armanca îdiakirî ya bikaranîna çekên kîmyayî, berî destpêkirina kar û rapora lêkolerên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyayî, nîşaneka berbiçav ji mihanegirtina Amerîkayê û astengîderxistina li ser rêya pêvajoya aştî û alîkariya bo terorîstan da zanîn.

Li dewama kiryarên şerxwaziyê yên Amerîkayê, sibeha şemiyê, hin binavahî li Sûriyê bi mihaneya bûyera kimyayî ya îdiakirî li bajarê Dûmayê li Xûteya Rojhilatê Şamê, ketin ber êrişa mûşekî û hewayî ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê.

Exit mobile version