CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

General Hatemî: Îran amade ye ezmûnên berevanîyê bide ber destê Venezoêlayê

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê amade ye ezmûn û şîyanên xwe yên berevanîyê bide ber destê Venezoêlayê.

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê general Emîr Hatemî ku ji bo pişkdarîya di merasima sondxwarina fermî ya Serokomarê Vênêzoêlayê Nicolás Maduro çûye Karakasê di hevdîtina digel wî da destpêbûna dewra duyem a serokomarîya wî lê pîroz kir û daxwaza gelê vî welatî ji bo dewama karê dewleta şorêşgêr a Vênêzoêlayê nîşana işkesta komployên Amerîkayê zanî.

General Hatemî herwiha got: Rêvebirên Amerîkayê ji ber xesleta zorbêjîyê çavê wan li dewlet û gelên azad û serbixwe bar nabe û Komara Islamî ya Îranê micidd e ku peywendîyên digel welatên serbixwe yên cîhanê ji wan Vênêzoêlayê re di warên curbicur da berfire û kûr bike.

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê herwiha pêgirî li ser pêwîstîya çalakitirkirina hevkarîya Îran û Vênêzoêlayê di warên curbicur da kir û got: Amerîkayê di 40 salên buhurîê da bi boykotên zalimane dijî gelê Îranê nekarîye tiştekî bi dest bixe û Îran bi saya berxwedanê û sûdwergirtina ji potansîyelên navxweyî roja îro di hemî waran nemazedi pêşeyên berevanîyê de bihêz û di halê pêşketinê da ye.

Serokomarê Vênêzoêlayê Nicolás Maduro jî qedrê Wezîrê Berevanîya Îranê ji ber pişkdarîya di merasima sondxwarina wî de girt û pêgirî li ser vîna Karakasê ji bo berfirekirina peywendîyên digel Têhranê kir.

Serokomarê Vênêzoêlayê roja pêncşemê bi sondxwarina fermî, duyemîn dewra serokomarîya xwe ku 6 sal e, destpê kir.

Nicolás Maduro di Nîsana 2018`an de sedî 68`ê dengan di hilbijartinên serokomarîya Vênêzoêlayê de bi dest xist û wekî serokomarê vî welatî hat bijartinê.

Başa dön tuşu