Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê li hevdîtina bi serokwezîrê vî welatî ra, li ser rewşa siyasî, ewlehî û hilbijartina pêşerojê bi wî ra axivî.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr News`ê, Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, Emar Hekîm li hevdîtina bi Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê ra li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinê di dema diyarkirî da û dabnîkirina rewşa pêwîst ji bo lidarxistina serketî ya hilbijartinê pêgirî kir.
Li vê hevdîtinê du aliyan li ser pêwîstiya vegeriyana awareyan bo cihê jiyana xwe piştî dabînkirina xizmet û hewcetiyên wan pêgirî kriin û li ser gotûbêja kêrhatî li gorî qanûna bingehîn ji bo çareserkirna kêşe û pirsgirêkên navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê jî behs û gotûbêj hat kirin.
Girîngîpêdana bi navçeya Keradeya Bexdayê wek navendeka aborî ya girîng û pêwîstiya berçavgirtina avedankirinê jî ji mijarên din ên hevpeyivîna Emar Hekîm bi Ebadî ra bû.
Desteya dewleta Iraqê dema lidarxistina hilbijartinê 15`ê Gulana 20158an dabû zanîn, lê di dawîn civîna kabîneya dewletê, ev dem bo 12`ê Gulanê hat guhertin.