EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Îran û Almanyayê eşker û kêrhatî bûn

Berdevkê wezareta derve ya Îranê seyd Ebas Mûsewî gotûbêja wezîrên derve yên Îran û Almanyayê li Tehranê eşker û kêrhatî da zanîn.

Li gor IRIB newsê, Berdevkê wezareta derve ya Îranê seyd Ebas Mûsewî got: Wezîrên karên derve yên Îran û Almanyayê li Tehranê gotûbêjeke eşker, kêrhatî û baş derheq pêwendiyên kevn û dostane yên du alî ji wan derheq Peymana Navokî û kêmkirina kêşeyan li navçê pêk anîn.

Mûsewî herwiha got: Tevî astengiyên ku Amerîka çê dike, Ewropa û Almanya dikarin gavên pratîk û kêrhatî ji bo parastina paymana navokî rakin û alîkariya aştî û ewlehiyê li navçê bikin.

Başa dön tuşu