EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Îran û Awistralyayê di warê mafên mirovan de

Duwemîn dewra gotûbêjên Komara Îslamî ya Îran û Awistralyayê di warên dadwerî û mafên mirovan li Têhranê hat lidarxistin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Xusrow Hekîmî, alîkarê karûbarên  dadwriyê yên erkantiya  mafên mirovan a Îranê li hevdîtina  bi rêveberê pişka  siyasetên çendalî yên wezareta karên derve ya Awistralyayê bal kişand ser pêşîna  gotûbêjên  navbera her du welatan û hêvî kir ku hevkariyên  dadwerî û mafên mirovan  navbera Îran û Awistralyayê bi berçavgirtina  ferqên  çandî û her wiha  parastina  hurmeta dualî bidome.

Hekîmî bal kişand ser kiryar û hewldanên  erkantiya mafên mirovan a Îranê li çarçoveya  jordebirin û piştgiriya ji mafên mirovan li warên  navxweyî û navneteweyî, siyasîkarî û nihrînên  dualî li hember Komara Îslamî ya Îranê li warê mafên mirovan rexne kir û daxwaza helwestên  zelal li dijberiya  li hember van nihêrînan kir.

Wî her wiha kiryara  konseya  mafên mirovan  a Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî rexne kir û destnîşan kir: Ev konseya  li hember cinayetên  qewimî li Yemenê bêdeng  dimîne û li hember mijara herî herî biçûk li welatên   nehevdeng tev hin endamên  vê konseyê helwestan digre.

Castîn  Lî, rêveberê pişka siyasetên  çenalaî yên wezareta karên derve ya Awistralyayê jî li vê hevdîtinê rezayeta xwe ji van gotûbêjan diyar kir û li bara dewama agotûbêja li pêşerojê hêvîdar bû û teqez kir:Awistralya li bara  nihêrînên siays li bara mafên mirovan, dê helwesteke zelal hebe.

Yekim dewra nû ya  gotûbêjên mafên mirovan a Îran û Awistralyayê piştî 15 salan rawestanê, Tebaxa 2017an  li Kanbiraya  paytexta Awistralyyaê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu