Duwemîn dewra gotûbêjên Komara Îslamî ya Îran û Awistralyayê di warên dadwerî û mafên mirovan li Têhranê hat lidarxistin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Xusrow Hekîmî, alîkarê karûbarên dadwriyê yên erkantiya mafên mirovan a Îranê li hevdîtina bi rêveberê pişka siyasetên çendalî yên wezareta karên derve ya Awistralyayê bal kişand ser pêşîna gotûbêjên navbera her du welatan û hêvî kir ku hevkariyên dadwerî û mafên mirovan navbera Îran û Awistralyayê bi berçavgirtina ferqên çandî û her wiha parastina hurmeta dualî bidome.
Hekîmî bal kişand ser kiryar û hewldanên erkantiya mafên mirovan a Îranê li çarçoveya jordebirin û piştgiriya ji mafên mirovan li warên navxweyî û navneteweyî, siyasîkarî û nihrînên dualî li hember Komara Îslamî ya Îranê li warê mafên mirovan rexne kir û daxwaza helwestên zelal li dijberiya li hember van nihêrînan kir.
Wî her wiha kiryara konseya mafên mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî rexne kir û destnîşan kir: Ev konseya li hember cinayetên qewimî li Yemenê bêdeng dimîne û li hember mijara herî herî biçûk li welatên nehevdeng tev hin endamên vê konseyê helwestan digre.
Castîn Lî, rêveberê pişka siyasetên çenalaî yên wezareta karên derve ya Awistralyayê jî li vê hevdîtinê rezayeta xwe ji van gotûbêjan diyar kir û li bara dewama agotûbêja li pêşerojê hêvîdar bû û teqez kir:Awistralya li bara nihêrînên siays li bara mafên mirovan, dê helwesteke zelal hebe.
Yekim dewra nû ya gotûbêjên mafên mirovan a Îran û Awistralyayê piştî 15 salan rawestanê, Tebaxa 2017an li Kanbiraya paytexta Awistralyyaê hat lidarxistin.