ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Îran û Sûriyê li bara daxûyaniya dawiyê ya civîna Sûçiyê

Alîkarê pilebilind a wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina bi nûnerê dayim ê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara bername û daxûyaniya dawiyê ya dehemîn civîna muzakirên sûrî li Sûçiyê şêwirîn.

 Li gorî rapora Duşemiyê şevê ya IRNA`yê, Huseyn Cabêriyê Ensarî û Beşasr Ceferî li vê hevdîtinê ku li çarçoveya  hevdîtinên  dualî yên taximên  beşdar li civîna  navneteweyî ya aşitiya Sûriyê li Sûçiyê hat lidarxistin li bara  mijarên têkildarî komîteyên  qanûna bingehîn, veguhestina  girtiyan û her wiha  bername û daxûyaniya  dawiyê ya  dehemîn  civîna Astanê gotûbêj kirin.

Cabêriyê Ensarî berêvara roja Duşemiyê her wiha tev Îstefan Dê Mîstora, nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên  Sûriyê li bara dawîn alûgurên  vî welatî li Sûçiya Rûsiyê gotûbêj kir.

Beriya hevdîtina  tev  Dê Mîstora, muzakirekirê pilebilind ê Îranê tev Elêksander Lavrêntîf, nûnerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê û serokê taxima muzakirekirê Rûsiyê li civîna  Sûriyê jî hevdîtin û gotûbêj kiribû.

Civîna  giştî ya  Sûçiyê dê îro bê lidarxistin û taximên Îran, Rûsiye, Tirkiê dê têde beşdar bibin.

Elêksader Lavrêntîf û Sedat Onal, serokatiya taximên rûsî û Tirkiyê dikin.

Qanûna  bingehîna  nû ya Sûriyê, meselên însanî ji wan vegeryana awareyan û azadiya zindaniyan û girtiyan di rojeva civîna  Sûçiyê de ne.

Welatên  garantorê  agirbesê li hev kirin ku  bi nûnerên  Rêxistina Neteweyên yekbûyî û aliyên pevçûnê re li bara destpêbûna  karê komîsyona  qanûna bingehîn  civînên  şêwirînê li dar bixin.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina  muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.

Başa dön tuşu