FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja telefonî ya serokê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê tev Zerîf

Serokê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê li gotûbêja telefonî tev wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li bara dawîn alûgorên Filistînê bi hevra axivîn.

Li gor rapora IRIB Newsê, Îsmayîl Heniye Serokê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê li gotûbêja xwe ya telefonî tev Muhemed Cewad Zerîf  wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bal kişande ser xebata Amerîkayê bona raberkirina pêşniyarqanûnekê li Civata Giştî ya NY bona mehkûmkirina berxwedana islamî ya Filistînê , ji Komara islamî ya Îranê xwest ku neyartiya xwe li hemberî vê biryara Amerîkayê nîşan bide.

Zerîf jî li vê gotûbêjê bal kişande ser piştevaniya Komara Islamî ya Îranê ji heqê gelê Filistînê û got: Ji ber siyaseta hindek ji welatên navçê, dewleta Amerîkayê cesaret peyda kiriye ku netenê li xebatekî dijî mafê navnetewî, baylozê xwe bibe Qudsê ku dixebite li Civata Giştî ya NY, dijî gelê Filistînê daxûyaniyan derxwîne.

Zerîf herwisa Heniye arxayîn kir ku Komara islamî ya Îranê hemû hêza xwe bikar digre ta ku bi hevkariya welatên islamî û pêşketî pîşiya vê biryarnameya dijî Filistînê bigre.

Başa dön tuşu