ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja têlêfonî ya serokên Îran û Rûsiyê

Serokomarê Îran û Rûsiyê êvara duşemiyê bi riya têlêfonê li bara bazara niftê û girîngiya bisînorkirina asta berhemanîna niftê ji bo pêkhatina aramiyê li bazarê axivîn.

Li gorî rapora Fars News`ê, Hesen Rûhanî û Viladîmîr Pûtîn serokomarên Îran û Rûsiyê êvara duşemiyê bi riya têlêfonê li bara bazara niftê gotûbêj kirin û li hev kirin ku di vî warî da hevaheng bin.

Serokomarên Îran û Rûsiyê li vê hevpeyivînê li ser girîngiya kiryarên OPEC`ê ji bo bisînorkirina berhemanîna niftê ji bo pêkanîna aramiyê li bazara niftê pêgirî kirin.

Li gorî vê raporê, Hesen Rûhanî û Viladîmîr Pûtîn her viha li ser dewama “Hevkariya Nêzik“ ji bo dilniyabûna ji peydakirina rêkareke demdirêj ji bo qeyrana Sûriyê pêgirî kirin.

Hevkariyên duyalî yên aborî ji babetên din ên vê gotûbêja têlêfonî bûye.

Viladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê her viha li vê gotûbêja têlêfonî ji ber bûyera lihevketina trênên rêwîhilgir li parêzgeha Simnana Îranê ku di encamê da bi dehan kes ji ziyaretkirên îmam Reza (S) hatin kuştin an birîndar bûn, sersaxî da.

Hesen Rûhanî jî tevî sipasiya ji hevderdî û hevxemiya serokomarê Rûsiyê li bara bûyera lihevketina du trênan li parêzgeha Simnanê, ji pêvajoya erênî ya hevkariyên du welatan bi taybet li warên aborî pêşwazî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu