IraqNûçeRojhilatanavin

Bijareyê Ebadî ji bo wezareta nifta Iraqê dev ji vê postê berda

Berendamê pêşbniyarkirî yê kurd ji aliyê serokwezîrê Iraqê ji bo wezareta nifta vî welatî, ev posta qebûl nekir û xwe wêda da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reuters`ê, Nezar Salim Numan, bijareyê serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, ji bo girtina posta wezareta nifta vî welatî roja îniyê, 1`ê nîsana 2016`an, got ku ji vê postê hez nake û berendamtiya xwe vegerandiye.

Numanî li civîna çapemeniyê li Dohokê li bakûrê Iraqê got: Li gorî nebûna lihevkirina siyasî li bara pêkhate û nijyara dewleta teze, berendamtiya xwe vegerandiye.

Nezar Salim Numanê 65 salî pispor di warê erdnasiya niftê ye ku li nav dewleta pêşniyarkirî ya Ebadî ku pêncşemiya buhurî raberî parlimanê hatiye kirin, hebû.

Parlimana Iraqê bi qasî 10 rojan divê li bara wezîrên pêşniyarkirî yên Heyder Ebadî dengê werbigire.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî roja pêncşemiya buhurî li civîna parlimana vî welatî li bara guhertina dewleta xwe got ku li guhertinên dewletê, xala biçûkkirina dewletê hatiye berçavgirtin.

Serokwezîrê Iraqê got: Li bijartina wezîrên teze xala pisportî, hêjatî, birêvebirin û şiyana di warê cihanîna bernameyên dewletê ji bo rêformên berfireh hatiye berçavgirtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu