Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi pêwendiya xwe ya bi rêya têlêfonê digel Wezîrê karên derve yê Vinêzoêlayê, piştevaniya Îrqanê ji dewlet û gelê Vinêzoêlayê li hemebrî komployan ragihand.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf û Xorxê Arê Asa, Wezîrê karên derve yê Vinêzoêlayê, roja Îniyêî li hevpeyivîna xwe ya bi rêya têlêfonê derbarê rêyên sekinîna navneteweyî li hemberî komployên Amrîkayê li dijî dewletên serbixwe bi taybet Vinêzoêlayê axivîn.
Li vê gotûbêja têlêfonî pêşniyara dewletên Mêkzîk û Urogûê û rêbazên din jibo xurtkirina gotûbêjên navxweyî û rêkarên ramyarî jibo çareserkirina nakokiyên navbera dewleta Vinêzoêlayê û komên dijber hatin hilkolandin.
Gotûbêj û şêwirîna Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê digel welatên din ên hevfikr û hevhelwêst jî hema wisa didomin.
Vinêzoêla di çend mehên dawî da bûye meydana nearamî û xwenîşandana dijberên dewleta vî welatî.
Amerîka jî bi spandina boykotan û pişteaniya ji dijberên dewleta Vinêzoêlayê hewil dide ku dewleta qanûnî ya vî welatî ku tevgerên wê dijî Amerîkayê ne, hilweşîne.